Di doza KCK'ê de Tirkiye hat mehkûmkirin

  • 10:56 20 Hezîran 2019
  • Hiqûq
AMED - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di doza KCK'ê de Tirkiye mehkûm kir. Wê Tirkiye 2 hezar û 750 eûro tazmînat bide kesên hatine mexdûrkirin. 
 
Di doza Sereke ya KCK'ê de, ji bo 83 siyasetmedarên kurd ku tam 18 mehan nikaribûne derkevin pêberî dadger û 15 mehan biryara nepeniyê li ser dosyeya wan bûye, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatibû dayîn. DMME'yê, bi hinceta "binpêkirina azadiyê û mafên ewlehiyê" biryar xwe aşkere kir û li gor madeya 5'an (Mafê Azadî û Ewlehiyê) a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) Tirkiyeyê mehkûm kir. 
 
DMME'yê li gorî benda 4'an a maddeya 5'an a PMME'yê ji bo her serdêrekî Tirkiyeyê mehkûm kir û wê Tirkiye tazmînatê bide kesên hatine mexdûrkirin. Dê Tirkiye ji bo her serdêrekî 250 eûro tazmînatê bide. Yanî dê bi giştî 20 hezar û 750 eûro bide. 
 
Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, destnîşan kir ku ya hatiye kirin li hemberî siyaseta kurd kûmpasek bû, lê belê her çend wan di eywanên dadgehê de ev yek bilêv kiribû jî esas nehatibûn girtin û wiha got: "Ev briyardariya me bi vê biryarê derket holê. Dadgehê bi biryara xwe aşkere kir ku li Tirkiyeyê dosyeyên KCK'ê 5 salan bi awayekî kêfî hatine binpêkirin."