Ji bo jina ku zarokê wê hat qetilkirin, 7 sale ceza tê xwestin

  • 09:10 19 Hezîran 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN- Jina bi navê Şemsa Yurtgul ku kurê wê Murat Yurtgul di komkujiya Pirsûsê de hat qetilkirin, bi hinceta di mîtîngê de axiviye, 7 sal ceza jê re tê xwestin. Ruûniştina biryarê wê di 21’ê Hezîranê de bê dîtin.
 
Li Pirsûs a Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve êrîşa bombeya zindî pêk hatibû û 33 kesî jiyana xwe ji dest da û ji 100’î zêdetir jî kes birîndar bûn. Lêgerîna edaletê ya malbatan didome û jina bi navê Şemsa Yurtgul a kurê wê Murat Yurtgul jî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, ji ber di mîtîna li Qoserê di 24’ê Hezîrana 2018’a de pêk hatiye axiviye, bi 7 sal û nîv ceza tê darizandin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin de bi îdiaya sûcê ‘propaganda rêxistinê kiriye’ îdianame hat amadekirin û ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin. Ji bo Şemsayê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê tê xwestin û rûniştina wê di 21’e Hezîranê de tê dîtin. Şemsayê banga hestiyarî li rayagiştî kir.
 
Axaftinên wê sûc hatin hesibandin
 
Di îdianameya hat amadekirin de gotinên Şemsayê di mîtîngê de sûc hatine hesibandin. Di mehên borî de der barê Besra Erol a kurê wê di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû û bi hinceta di cenazeya kurê xwe de axivî bû, 7 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn. Besra hatibû girtin û şandibûn girtîgehê.