Malbatên 50 zarokên ku hatin îstîsmarkirin banga hişyariyê kirin

  • 15:44 6 Hezîran 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li Dêrîkê di sala 2017 de 50 zarok ji hêla M.Ş.Y. ve rastî êrîşa zayendî hatin. Danişîna doza dawiyê dê 25'ê hezîranê pêk bê û malbatan banga hişyariyê kir. 
 
Li Dêrîka Mêrdîne di adara sala 2017'an de 50 zaroka ji hêla mêrê bi navê M.Ş.Y. ve rastî êrîşa zayendî hatin. Doza biryarê dê 25'ê hezîranê pêk bê. Malbat û parêzerên zorakan da zanîn ku ji ber ku çend care îfadeya zarokan tê girtin derûniya zarokan xirab bûye. Her wiha gelek caran malbat ji ber dozê hatin tehdîtkirin. Malbatên zarokan bang li her kesî kir bila xwedî wî dozê derkevin û piştgiriyê bidin malbatan. Danişîn dê Dadgeha 1'emîn a Cezaya Giran a Mêrdinê bê dîtin.