Ji ber axaftina Selma Irmak a 2016'an iddianame hat amadekirin

  • 09:19 2 Hezîran 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Ji ber axaftina civîna li Mêrdînê ya 2016'an a Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak iddianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hat amadekirin. Piştî ku iddianameya bi idiaya "Propagandaya rêxistinê" hat amadekirin şûnde rûniştina yekem hat dîtin. 
 
Ji ber axaftina civîna li Mêrdînê ya 2016'an a Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak iddianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve di 25'ê Sibatê de hat amadekirin. Piştî ku iddianameya bi idiaya "Propagandaya rêxistinê" hat amadekirin şûnde rûniştina yekem hat dîtin. Di axaftinên ku wekî "Propagandaya rêxistinê"hat dîtin de mijarên wekî Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, bûyerên li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Silopiya, qayyimên tayînî şaredariyan hatibûn kirin û FETO cih girtibûn. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ji ber axaftinên Selma xwest ku ew bê cezakirin. 
 
Îdianame hat qebûlkirin 
 
Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hatibû amadekirin ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin. Di rûniştina ku hat dîtin de parêzerê Selma anî ziman ku muwekîla wî ji ber pirsgirêkên tenduristî nikare beşdarî rûniştinê bibe û piştî ku beyena wê bê girtin ew ê parastina xwe bike. 
 
Rûniştina din ew ê di Îlonê de bê dîtin
 
Heyeta dadgehê biryar da ku rûniştina din di Îlonê de bê dîtin.