Dadgehê daxwaza parêzerên Leya Guven red kir

  • 15:35 29 Gulan 2019
  • Hiqûq
AMED - Daxwaza parêzeran a ji bo rawestandina doza Hevseroka KCD'ê û parlamenterpa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ku li dijî tecrîdê 200 rojî di grevê de  ma ya di çarçoveya destnedanê de hat redkirin. 
 
Daneşîna doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenter Partiya Demokratîk a Gelan a Colemêrgê Leyla Guven ku bi hinceta daxuyaniyên derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de bi komên OSO'yê re û bi hinceta "Rêvebira rêxitinê" û "Endama rêxitinê ye" tê darizandin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. 
 
Di daneşîna ku Leyla ji ber 200 rojî di grevê de ma nikaribû tevli bûbûna de, parêzerên wê Reyhan Yalçindag, Cemîle Turhalli, Balsak û Cemîle Şivan Ozen amade bûn.  Daneşîn ji aliyê parlamenterê Partiya Çep a Almaniyayê Hakan Taş û dîplomatên li Sefaret xaneyê Hollandayê ya li Tirkiyeyê ve hat şopandin.
 
Daneşîn bi daxwaza ku dosayaya Leylayê bi dosyayeke din ku jê tê darizandin ve bê girêdan hat destpêkirin.  
 
Hat xwestin ku doz bê rawestandin
 
Parêzer Reyhan Yalçindag ku parastin kir xwest ku Leyla ya Parlamenter e di çarçoveya xala 83'emîn a Qanûna Bingehîn de darizandina wê bê rawestandin. Herwiha Reyhanê xwest ku qedexeya derketina dervê welat a ji bo Leylayê jî bê rakriin. 
 
Daxwaza parêzeran hat redkirin
 
Heyeta Dadgehê daxwaza parêzer Reyhan red kir û daneşîn taloq kir.