Ji Buroya Hiqûqê ya Asrînê daxuyanî

  • 17:25 24 Gulan 2019
  • Hiqûq
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrînê, di encma hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kir de da zanîn ku piştî niqaşên derbarê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de bi dawî bibin ew ê hevdîtina ku kirine bi raya giştî re parve bikin. 
 
Buroya Hiqûqê ya Asrînê, derbarê hevdîtina ku di 22'yê Gulanê de bi Îmraliyê re kirin de li ser hesabê xwe yê Twîterê daxuyaniyek kurt parve kir. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Hevdîtina ku di 22'yê Gulanê de de me bi muwekîlê xwe Birêz Abdullah Oclan re kir derbarê greva birçîbûnêde, li ser daxwaza wî em di serî de nêrînên wî bi çalakvanan re parve dikin û bi wan re niqaş dikin. Piştî ku niqaşên me bi encam bûn em mê ji raya gitî re daxuyaniyeke berfireh bidin."