Daneşîna rojnameger Safiye Alagaş hat dîtin

  • 13:32 23 Gulan 2019
  • Hiqûq
AMED - Daneşîna doza derbarê  Xwediya Întîyazê ya Jinnewsê Safiye Alagaş de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. 
 
Daneşîna 3'emîn a doza derbarê  Xwediya Întîyazê ya Jinnewsê Safiye Alagaş de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Safiye tevli daneşînê nebû parêzera wê Pîrozhan Karali tevli daneşînê bû. 
 
Daneşîn ji ber belgeyên kêm hat taloqkirin
 
Parêzera Safiye Pîrozhan Karali diyar kir ku di daneşîna berê de belgeyên kêm ên ku heyeta dadgehê xwestibûn nehatine temamkirin û xwest ku dem bê zêdekirin. Makamê îdayê jî xwest ku belgeyên kêm bên temamkirin. 
 
Heyeta Dadgehê xwest ku ji bo parastina Safiye bê tespîtkirin divê navnîşana wê bê aşkerakirin, ji bo wê jî 20 roj dem da û got ku piştî navnîşan bê dayîn jî bila li gorî navnîşanê ji bo ku kar û xebat bê kirin daneşîn taloqî cotmehê kir.