Cezayê Nevînê yê muebetê hat erêkirin

  • 10:35 23 Gulan 2019
  • Hiqûq
ENQERE - Nevîn Yildirim ya ku li dijî mêrê êrîşa zayendî lê pêk anî, parastina cewherî kir û mêr kuşt, 7 sal in girtî tê darizandin. Cezayê Nevîn Yildirim ji hêla Yekemîn Daîreye Cezaya Dadgeriyê ve hat erêkirin. 
 
Li gundê Korukaya ya Yalvaç a Ispartayê, jina bi navê Nevîn Yildirim li dijî mêrê ku êrîşa îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk anî, Nurettîn Gîder di 28’ê tebaxa 2012’an de parastina cewherî pêk anî û ew kuşt. Daraza ku, mêrên her cureyê şîdetê li jinan dikin, ji rewşa baş, tahrîka bêmaf, cezayên wan dadixe, tiştên ku Nevînê jî jiya ji nedîtîve hat û cezezayê muebetê lê birî. Yekemîn Daîreye Cezaya Dadgeriyê jî cezayê Nevînê erê kir. Jineke ji Heyeta Dadgehê li dijî biryarê derket, lê endamên din ên heyetê biryara muebetê erê kir. 
 
Di 2015’an de dadgeriyê doza Nevînê ku cezayê muebetê lê hatibû birîn xera kir û ji 3’ê çileyê 2018’an şûnde li Dadgeha Cezaya Giran a Yalvaç ji nûve hat dîtin. Lê Dadgehê dîsa cezayê muebetê da Nevînê. Li ser vê dosya dîsa çû dadgeriyê. Vê carê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê, nêrîna xwe anî ziman ku biryara ku Dadgeha Cezaya Giran a Yalvaç daye bê erêkirin û şand Yekemîn Daîreye Cezaya Dadgeriyê. Di 16’ê gulanê de runiştin li Dadgeriyê hat dîtin û runiştina biryarê jî taloqî 23’ê gulanê hatibû kirin. Îro dadgerî biryara xwe erê kir.