'Kujerê Mehmet Sîncar serbest e!'

  • 09:20 22 Gulan 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Kujerê parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar yê li Êlihê di 1993’an de di encama suîkastekê de hat qetilkirin, endamê Hîzbullahê Cîhan Yildiz yê bi bultena sor lêgerîna wî hebû û hat girtin, di mehên borî de ji nûve biryara darizandina wî hat dayîn û hat tahliyekirin. Hevjîna wî Cîhan Sînar diyar kir ku wê têkoşîna hiqûqê bidomînin.
 
Sala 1996’an de hefteyê navbera 17-31’ê gulanê wekî ‘Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Windayên din bin Çavande’ hat qebûlkirin. Bi salane malbat ji bo kujer hesab bidin têdikoşin.
 
Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar di 4’ê îlona 1993’an de li Êlihê di encama suîkastekê de bi rêveberê DEP’ê Metîn Ozdemîr re hat qetilkirin. Di ser de 26 sal derbas bû lê kujer endamê Hîzbullahê Cîhan Yildiz di rojên borî de bi biryara dadgehê hat tahliyekirin.
 
Ewîl Tugayên Tolgirtina Tirk (TÎT) cînayet girt ser. Herî dawî girtiyê Hîzbullahê Cîhan Yildiz û gumanbar Ejder Arpa ji kuştinê berpirs hatin dîtin. Cîhan rastî cezayê muebetê hat û gumanbarê fîrarî Ejder Arpa nehat dîtin. Cîhan bi bultena sor lêgerîna wî hat kirin û di 2008’an de li Ewropayê hat girtin û radestê Tirkiyeyê hat kirin. 
 
Piştî Cîhan Yildiz hat girtin parêzerê wî gelek carî îtîraz kir lê hat redkirin û di adara 2019’an de îtîraza ku parêzer Abdulganî Orhan kir ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.
 
Mutalaya nivîskî a serdozgerê Komarê hat girtin û di mutalayê de hat diyar kirin ku Cîhan Yildiz ji 11 cînayetê berpirse û gumanbar pergala destûra bingehîn a heyî ya Komara Tirkiyeyê bi zora çekê guhertiye, di çalakiyên rêxistina terorê ya Hîzbullahê ku hewl daye di esasê Îslamî de dewleta şerîatê ava bike de cih girtiye.
 
‘Li her kolanê kuştinên kiryar nediyar hebûn’
 
Hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar diyar kir ku hevjînê wê di sala 1991’ê de li herêmê bi 17 hevalên xwe re parlamenter hatiye hilbijartin û got: “Ew dem gelek xerab bûn. Hemû kesên welatparêz dibûn qurbanê kuştinên kiryar nediyar. Mehmet û hevalên xwe hewl dan bibin dengê gel. Dixwestin bibin bersiva êşên mezin. Ji bo gel jî xwedî li wan derkevin Mehmet çi ji destê wî dihat dikir. Di Newroza Nisêbînê de gelek kes bin panzêrê de man û yek ji van jî Mehmet bû. Birîndar rakirin nexweşxanê. Mehmet her tim têkoşîn da. Mehmet gelek caran rastî tehdîdan hat.
 
26 sal derbas bû Cîhanê destnîşan kir ku Mehmet kesekî ku girêdayê nirxên xwe bûye û ji aliyê herêmê û dewletê ve kesekî ku dihat nasîn bû û wiha pê de çû: “Dewletê ji bavê Mehmet re got, kurê xwe hişyar bike, kurekê te çûye wê Mehmet jî bikujin. Bavê wî yê 80 salî girtin 10 rojan di bin çavan de girtin. Mehmet herî dawî di kuştinên kiyarnediyar de şehîd ket. Di ser mirina wî de 26 sal derbas bû. Tevî vê tu pêşketin tune û kujer sebeste. Li pey kuştina Mehmet dewlet heye. Emê heta dawî li pey doza wî bin.”