Nevînê çima tiştên jiya ji darazê re venegot: Bila hesabê vê bê dayîn

  • 09:07 18 Gulan 2019
  • Hiqûq
Dilan Babat - Habibe Eren
 
ENQERE - Femînîst Hasbiye Gulaçti ku doza Nevîn Yildirim dişopîne, diyar kir ku li Tirkiyeyê riyên darazên ji bo jinan girtine û got: “Nevîn ji aliyê dewlet, daraz û civakê ve hatiye çewisandin. Ev mînak e. Nevînê rewşa ku 6 mehan pê re hat rû hev çima ji darazê re negot. Daraz divê bersiva vê bide.”
 
Li gundê Korukaya ya Yalvaç a Ispartayê, di 28’ê Tebaxa 2012’an de jina bi navê Nevîn Yildirim li dijî Nurettîn Gîder yê li hember wê îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk dianî parastina cewherî pêk anî û kuşt. Nevîn di 2015’an de rastî cezayê muebetê hat. Nevîn 7 sale girtiye û bû sîmgeya têkoşîna hiqûqî ya jinan. Parêzeran doz bir Dadgeriyê û doza temyîzê jî di 14’ê Îlona 2017’an de hat dîtin û dadgeriyê cezayê muebetê yê dadgeha herêmî ji usulê xera kir. Piştî biryara xerakirinê dadgehê ji nû ve darizandin kir. Di darizandina nû de Nevîn dîsa rastî cezayê muebetê hat.
 
Piştî vê biryarê dosya şandin Dadgeriyê. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê, di alî erêkirina biryara ku Dadgeha Cezaya Giran a Yalvaç daye de nivîs nivîs û dosya ji nû ve şand Yekemîn Dadgehe Cezaya Dadgeriyê. Rûniştin taloqî 28’ê Gulanê bû. Ger Yekemîn Daîreya Cezaya Dadgeriyê biryarê erê bike, wê cezayê muebetê yê Nevînê erê bibe.
 
‘Îfadeyên gundiyên ku bûyer nedîtin cidî hat girtin’
 
Femînîst aktîvîst Hasbiye Gulaçti ku rûniştinên Nevînê dişopîne, balkişand ser travmaya ku Nevîn dijî û wiha got: "Di hevdîtina parêzeran de, hatiye dîtin ku hîna bi mirina Nurettîn Gîder bawer nake, tirsa ku dîsa wê êrîşê wê bike jiyaye. Di 14 rûniştinên hatin dîtin de gundiyan gotin wan tiştên hatine jiyîn bihîstine lê tiştek nedîtine. Tenê li erdê pembu dema Nevîn diçe serşoyê Nurettîn jî diçe û vê dibînin. Ji bilî vê kes nabîne. Daraza ku di rûniştinên kuştinên jinan de tiştên em dibêjin cidî nagire, îfadeyên hemû şahidan cidî digire."
 
‘Nevîn ji aliyê daraz û gundiyan ve du caran hat cezakirin’
 
Hasbiyeyê her wiha destnîşan kir ku Nevîn ji aliyê gundî û darazê ve du caran hatiye cezakirin û got: "Nurettîn Gîder bi tecawizê, gundiyan jî bi nedîtina bûyerê Nevîn ceza kir. Hemû gundiyan got têkiliya te bi Nurettîn re hebû, te jê re av dibir. Ger yekî Nevîn guhdar bikira wê wisa nebûna. Nevîn hat bêdengkirin, tenê hat hiştin. Ji ber vê fikirî ku kesê tecawizî wê kiriye bikuje. Çareyek din ya wê tune bû. Ji tecawizê ducanî dimîne û dixwaze bebekê bigire lê qedexeya kurtajê hebû. Dema mirov li hemû tiştî dinêrin careyek din ya Nevînê nameye. Nevîn ne sûcdar e, dewlet û pergala ku Nevîn neparastiye sûcdar e. Edaleta mêr sûcdar e. Malbata Nurettîn li ber çavê me bi dehan carî Nevîn bi mirinê tehdîd kir. Ger îfadeyên jinê esas bihata girtin, wê Nevînê bêyî ku bikuje serî li darazê bida."
 
Hasbiyeyê daxuyakirin ku li Tirkiyeyê hemû riyên darazê ji bo jinan girtine û got: “Nevînê îstîsmara ku 6 mehan berdewam kiriye, çima ji darazê re negot. Daraz wê bersiva vê bide. Çareyek din ya Nevînê tune bû.”