Du dozên Fîgen Yuksekdag kirin yek

  • 14:26 15 Gulan 2019
  • Hiqûq
AMED - 2 dozên Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag kirin yek
 
Daneşîna doza Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Ber Fîgen Yuksekdag ku bi îdaya "Endama rêxisitnê" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû vekirin li 10'emîn Daneşîna Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Fîgen ya girtî tê darizandin bi rêya SEGBÎS'ê tvli daneşînê bû. Fîgen diyar kir ku bi heman îdayê li 16'emîn Dadgeha Cezayê  Giran a Enqereyê jî derbarê wê de doz hatiye vekrin û xwest ku doza li doza tê berdewamkirin ya li Enqeryê jî bê zêdekirin. 
 
Parêzerê Fîgenê jî diyar kir ku di navbera dosyaya tê dîtin û ya li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê dîtin di warê hiqûqî de girêdayî hev in. Makamê îdayê jî xwest ku her du dosyayan bikin yek. 
 
Dadgehê biryar da ku her du dosya bibin yek û  biryar da ku darizandin jî li ser dosyaya li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê bê berdewamkirin.