Kujerê pakîze Hazar bi 2 sal û 6 mehan hat cezakirin

  • 12:08 8 Gulan 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Daneşîna biryarê ya çawîşê pispr S.K. yê Pakîze Hazar qetil kir hat dîtin. Heyeta dadgehê ku ji bo S.K. 3 sal ceza da piştre bandora cezayê li ser jiyana bersûc nirxand û ceza daxist 2 sal û 6 mehan. 
 
Li navçeya Licê ya Amedê di 14'ê Hezrîana 2017'an de Pakîze Hazar ya 85 salî ku ji bo muçeyê xwe bigire li ber avahiya postexaneyê ya li Kolana Mumîn Aga ku ji trafîkê re girtî bû ji aliyê ajovanê wesayita leşkerî  S.K. ve bi wesayitê hat qetilkirin. Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de, derbarê S.K. de îdianame hat amadekirin û  2 sal û 6 meh ceza jê re hat xwestin. Daneşîna 3'emîn a a S.K. di 17'ê Nîsanê de li Dadgeha Aslî ya Ceza hat dîtin.  
 
Di daneşînê de lawê Pakîze Hazar û û parêzerê wê Serdan Yel Amade bûn. Heyeta Dadgehê, diyar kir ku tu kesekî din bê daneşînê tune ye. Heyeta dadgehê got kesekî din ku bê tune ye û daneşîn vekirî hatiye destpêkirin. 
 
'Bavê min travmayê dijî'
 
Veysî Hazar, diyar kir ku ew îfadeya xwe ya berê dubare dike, ev ne qeza ye qetilkirin e ew ê dozê hata dawî bişopîne. Veysî di berdewamiyê de got ku ew û malbata xwe hatine mexdûrkirin û bi taybetî bavê wî travmaya psîkolojîk dijî û xwest kujer bê cezakirin. 
 
'Malbat hîn di bin bandora bûyerê de ye'
 
Parzêerê malbatê Serdar Yel jî, got ku ew parastina xwe ya di daneşîna berê de dubar e dike, got ku ew tevli gotinên muwekîlê xwe dibe û wiha berdewam kir: "Xizmên pakîzeyê hîna di bin bandora bûyerê de ne. Em dibêjin ku bûyer bi zanebûn hatiye kirin û ne qeza ye. Em dixwazin ku bersûc bi cezayê herî giran bê cezakirin."
 
Cezayê bersûc hat kêmkirin
 
Heyeta Dadgehê derbarê S.K. bi îdaya "bi şaşî bûye sedema mirinê" 3 sal ceza li bersûc birî û bi hinceta ku wê ev ceza bandorê li ser pêşeroja wî bike cezayê birî daxist 2 sal û 6 mehan. 
 
Parêzerê malbatê wê dozê bibe dadgeha Îstînafê
 
Dîmenên kameraya ewlehiyê derbarê kuştina Pakîze Hazar de hemû dane li ber çavan raxitibûn û ev dane di dosyaê de jî cih digirin.