Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Zeynep Unat serbest hat berdan

  • 09:33 4 Gulan 2019
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Zeynep Unat a ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin, serbest hat berdan. 
 
Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Zeynep Unat, li Bajarokê Sêgirkê yê Qilebana Şirnexê di encama serdegirtina mala wê de hatibû binçavkirin. Zeyneba ku bi hinceta parvekirinê wê yên  li ser medyaya civakî hat binçavkirin ji aliyê dadgeha ku hatibû sewqkirin bi şerdê kontrala edlî serbest hat berdan.