8'emîn rûniştina doza Muhammed û Furkan dê sibehê bê dîtin

  • 10:14 1 Gulan 2019
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Her du birayên hevdu Muhammed Yildirim û Furkan Yildirim di 2017'an de li Silopiyayê di bin panzêra ku ket mala wan de man û jiyana xwe ji dest dan. 8'emîn rûniştina doza polîsên ku Muhammed û Furkan qetil kirin dê sibehê bê dîtin. 
 
Di 3'ê Gulana 2017'an de panzêra polîsan ket mala herdu birayên hevde Muhammed Yildirim (7) û Furkan Yildirim (6) û di encamê de Muhamed û Furkan jiyana xwe ji dest dan. Dê sibehê 8'emîn rûniştina doza ajokarê panzêrê Omer Yigit û amîrê ku ew peywirdar kiriye, Murat Maden bê dîtin. Ji bo polîsên ku berdayî tên darizandin ji ber sûcê "bi zaneyî kuştina ji kesekî zêdetir" ji 2 salan heta 15 mehî ceza tê xwestin. 
 
'Darizandin bi rêk û pêk nayê kirin' 
 
Parêzerê dozê Rojhat Dilsiz têkildarî mijarê de nirxandinek kurt kir û got:"Perpirsiyarên asta bilind tevî dosyayê nayên kirin û tê xwestin ku bi vî awayî dosya bê girtin. Darizandin bi rêk û pêk nayê kirin. Esil berpirsiyar nayên darizandin."