Kongra Star komkujî şermezar kir
- 10:42 29 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star komkujiyên li Sarîn, Zergan û Eyn Îsayê bi tundî şermezar kir û da zanîn ku bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê ya NY û hemû rêxistinên mafên mirovan weke beşdariya di komkujiyan de tê dîtin.
Kongra Star derbarê êrişên li hemberî Sarîn, Zergan û Eyn Îsayê de daxuyaniyek da û komkujiyên pêk hatî bi tundî şermezar kir.
Kongra Star bi daxuyaniyê tekez kir ku ev tawanên hovane ne bûyerên takekesî û tesadufî ne, lê belê di çarçoveya rêze binpêkirinên sîstematîk ên berdewam ên dewleta Tirkiyeyê de li dijî gelê Sûriyeyê pêk tên.
Kongra Star di rexneyeke zelal der barê bêdengiya navdewletî nîşan da û wiha got: "Di vê çarçoveyê de em tînîn bîra Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê ya NY û hemû rêxistinên mafên mirovan ku bêdengiya wan li hember van tawanan weke beşdariya pêkanîna wan tewanan tê dîtin û êş û azara kesên bêsûc zêde dike, û hevkariyeke ku ji aliyê exlaqî û qanûnî ve nayê qebûlkirin e. "
Kongreya Star ji rawestandina van komkujiyan ji civaka navneteweyî xwest ku "Bilez tevbigere, lêpirsîneke navdewletî ya serbixwe pêk bîne, sizayan li ser Tirkyeyê ferz bike û sivîlan biprêze. "