Kujerê Hevrîn Xelef dîsa li cem Colanî ye
- 12:46 30 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê rêxistina Ahrar’uş Şarkiye Ebû Hatim Şakra yê ku qatilê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef bû, vê carê jî di merasîma Colanî de hat dîtin.
Serokê HTŞ’ê Colanî Serokkomariya xwe ya ji bo Sûriyeyê, bi merasîmek ragihand. Di merasîmê de rêberê rêxistina cîhadîst a bi navê Ahrar’uş Şarkiye Ahmed İhsan Fayyad El- Hays ê ku navê “Ebu Hatim Şakra” bikar tîne jî axaftinek kir.
Sekretera Partiya Pêşeroja Sûriyeyê û siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef, di 12’ê Cotmeha sala 2019’an de li ser rêya bejayî ya navnetewî ya Qamişloyê hatibû qetilkirin. Rêxistina Ahrar’uş Şarkiye ku yek ji pêkhateyên Artêşa Milî ya Sûriyê ya girêdayî dewleta Tirk e, ji revandin, dîlgirtin û piştre jî qetilkirina Hevrîn Xelef berpirsyar e. Piştî ku Hevrîn Xelef hat qetilkirin, li ber serê wê wêneyek ku tê de dikenin hatibû weşandin. Di nav kesên ku di vî wenêyê ket rojevê de cîh digirin de, Serokê vê rêxistinê Ebu Hatim Şakra jî hebû. Hatibû diyarkirin ku Ebu Hatim Şakra beriya niha jî bi navê Ahmed İhsan Fayyad El-Hays, Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê qedandiye.
Ahrar’uş Şarkkiye gelek sûcên giran kirine
Ev rêxistin, di êrîşên dewleta Tirk ên di sala 2018’an de li hember kantona Efrîna Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin de cîh digre. Ahrar’uş Şarkkiye, bang li jinan dike ku serê xwe bigirin, hîzarê li xwe bikin û li gor pîvanên Îslamî tevbigerin. Posterên van bangewaziyan li dîwaran dike. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan HRW ya ku navenda wê li New Yorkê ye, di Tîrmeha sala 2018’an de raporek weşand. HRW’ê aşkera kir ku hinek rêxistinên di nav wan de endamên Ahrar’uş Şarkkiye jî hebûn, mal û milkên xelkê talan û wêran kirine.
Rêxistina Efûya Navnetewî jî di Tebaxa sala 2018’an de raporek weşand. Amnesty diyar kir ku ev rêxistin li Efrînê mirovan direvîne, bi awayek kêfî digre û talanan dike.
Tê îdîakirin ku koma Ahrar'uş Şarkkiye ji sala 2018'an heta niha li Helebê girtîgehek ava kiriye, di vê girtîgehê de bi sedan kes hatine darvekirin. Tê diyarkirin ku karsazên girîng ên bajarên Îdlib û Helebê jî revandine û ji merivên wan fîdye xwestine. Tê diyarkirin ku di nav vê rêxistinê de endamên DAİŞ’ê yên berê jî hene.