Werîşe Mûradî: Têkoşîna me ji bo jiyanek azad û rast e
- 10:26 29 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bi nameyekê bang kir û got; “Rabûna li hember darvekirinê, perçeyek hêja yê mirovahiyê yê têkoşîna gihîştina jiyanek azad û dilpak e. Têkoşîn meseleya me ya sereke ye û dîwana me jî parçeyek ji wê ye. Piştgiriya me û li dijî desthilatdariyê parçeyek ji têkoşîna hêja ya mirovahiyê ya ji bo jiyanek azad, bedew, rast û azad a mirovan e. Di vê riyê de prensîba têkoşînê ev e: ‘Ez dixwazim wê çarenûsa ku di lîstikên trajîk ên jiyanê de her tim dubare dibe, ji bo azadiyê hilweşînim. Ji vê lîstikê re dibêjin ‘rastîn’ û tenê bi têkoşînekê bi dawî dibe, wê demê çarenûs têk biçe.”
Werîşe Muradî bi mebesta salvegera kampanyaya ‘Sêşemên Ji Darvekirinê Re Na’ ji Girtîgeha Evînê nameyek şand. Werîşe Muradî bi bîr xist ku li Kobanê di çeperên li hemberî DAIŞ’ê de cîh girtiye. Werîşe Muradî got: “Ez rêhevala wan kesan im ku heta dawiya emrê xwe têkoşiyane û gotine piştî ku ez şehîd ketim li ser kêliya gora min ‘hê jî deyndarê gelê xwe me lê ji vê dinyayê diçim’ binivîsin. Me ji wan hîn kir ku têkoşîna ji bo rastiyê û mirovahiyê hatiye fedakirin, deyneke ku divê mirov berdêla wê hêvî neke bê dayîn.
Werîşe Muradî bang li jinan kir û got: “Cezayê darvekirinê ji bo me hat dayîn, ji bo me! Em, yanê perçeyek jinên dîl ên liberxwe didin! Min û rêhevalên xwe, wek nûneriya civakek ceza xwar. Bi rastî ev, xewnek ji bo tevahiya civakê hatiye dîtin e. Hewl didin ku zextê yanê darvekirinê li hemû civakê ferz bikin. Lê helbet ew ê rastî berxwedanê bên.” Werîşe bal kişand ser girîngiya piştgiriyê û wiha berdewam kir: “Destekên ku hem ji hundir hem jî derve tên dayîn, ji bo rakirina biryarên darvekirinê mezin dibin û ev ji bo me destekek e. Me li hundir li hember sûcdarkirin û ferzkirinên hêzên ewlehiyê serî danenî û me liberxwe da. Civak jî piştgiriyê dide me û ev piştevanî nîşaneya herî girîng a berdewamkirina têkoşîna li hember pergala dewleta zordar a li Îranê ye.”
Werîşe Muradî bi bîr xist ku gel li hember vê yekê grevek li dar xistiye û wiha got: “Greva ku vê paşê gelê Kurdistanê pêk aniye jî, şewqeke vê yekê bû û divê bê pîrozkirin. Di girtîgehê de têkoşîn germ e, rasterast li çeperan tê jiyîn. Ji ber ku ev têkoşîn herkesî eleqedar dike û mijara esasî, rojeva bingehîn û rastîn ev e. Lewma jî aydiyetên netewî û siyasî dikevin plana duyemîn (û bi rastî dikevin cihê ku pêwîst e lê bin). Ev, berxwedanek li hember pişguhkirina meseleyên bingehîn ên girtiyan e. Li hember desteserkirina mafan û pêkanînên dermirovane yên di girtîgehên Îranê de, têkoşînek bêhempa hatiye meşandin û hê jî berdewam dike.”
Kampanyaya ‘Sêşemên Ji Darvekirinê re Na’
Werîşe Muradî li ser kampanyaya ‘Sêşemên Ji Darvekirinê re Na’ yên her hefte tê lidarxistin jî rawestiya û wiha got: “Ger ku me jinan ev berxwedan girtibe ser milên xwe, ev ji aliyekî ve encama hêrsa li hember pergala heyî ya mêraneya ku neyarê jinan e, ji aliyê din ve jî bibiryariya me ya zexm a ji bo azadiyê ye. Li girtîgehên cuda yên Îranê her Sêşem, kampanyaya ‘Ji Darvekirinê re Na’ tê berdewamkirin; ev çalakiya yekbûnê ya ku mirovahiya me û nirxên me yên bingehîn derdixe holê ye. Bangeke hevpar e ku balê dikşîne ser mafê jiyanê û daxwaza rakirina cezayê darvekirinê yê li Îranê. ‘Sêşemên Ji Darvekirinê re Na’, dengê yekîtiya mirovahiyê yê li hember kuştinên bi destê dewletê ye ku armanca wan avakirina tirs û xofa di nav civakê de ye.”
‘Jiyana azad’
Werîşe Muradî destnîşan kir ku ev zilma ku ji sîstemeke bêkontrol keda xwe dîstine, hemû dinyayê ber bi tunebûnê ve dikşîne. Nameya Werîşe Muradî wiha berdewam kir: “Nexwe mirovahî, rastiya hebûna me hemûyan e. Lewma jî têkoşîna me, têkoşîna hemû mirovahiyê ye; têkoşînek ku li ser navê tevahiya civakê û li ser navê tevahiya civakê û ji bo parastina hebûnê hatiye dayîn e. Em ‘Jinên ku liberxwe didin’, hêza xwe ya bilêvkirina daxwazên xwe ji vir digirin; ji ber ku têkoşîna me, daxwazên hemû civakê nîşan didin. Nîşandana sekneke rast, ji hemû kesên ku li rastiya civakî digerin re vê hêz û biryardariyê dide karkirin. Ev, ‘jiyanek azad’ a ku em dikin şûna ‘jiyanek şaş’ û divê em bikine.”
‘Têkoşîn’
Werîşe Muradî li ser pergala heyî ya li ser bingeha qezenca zêde hatiye avakirin jî rawestiya û wiha got: “Pergala bavsalarî ya ku li dinyayê serdest e, bi hemû awayên xwe berovajiyê rastiya hebûna mirovan û mirovahiyê ye. Avabûnek ku bi jiyanê bi xwe re di nav nakokiyekê de ye. Me hewl daye ku em vê pergalê ji nû ve şîrove bikin. Me xwe ji qalibên teng ên zayendparêz, serdestiya zayendparêziyê, çînî û baweriyên teng rizgar kir û em li xwezaya wê ya rastîn dinhêrin. Ev pergal bi hezaran salan ji rêça mirovahiyê dûr ket û li dijî jinê (bi rastî jî rasterast li dijî jiyanê, dema ku em difikirin ku jin û jiyan hevwate ne) ava bû, piştre zilam xist bin destê xwe û piştre xweza kir hedefa êrîşên xwe. Baş e, armanca dawîn a vê pergalê çi ye? Qezenca zêdetirîn!” Xirsa madî ya çavnebar a ferasetek ku xirab bûye! Li hember vê yekê dive çi bê kirin? Helbet divê têkoşîn bê meşandin!”
Werîşe Muradî diyar kir ku ew jî perçeyek vê jiyanê ne û wiha got: “Vaye mesele li vir perçe dibe. Hinek hewl didin ku bibin perçeyek vê sîstemê, jê para xwe bigirin û wê rewa bikin, alîgirên azadiyê jî li hember wê serî radikin û hewl didin rotaya mirovahiyê tekûz bikin. Di dîrokê de ev alîgirên azadiyê, bawer kirine ku dive mirovahî bi xwezayê re û di nav ahengekê de bijî. Van baweriyên xwe li gor şertên serdemê bi teşe kirine, bi biryardarî û îradeyê ketine nav têkoşînê. Em jî perçeyek vê pêvajoya dîrokî ne. Têkoşîna me, berdewamiya heman rêyê ye û tenê armancek heye: Jiyanek mirovane! Jiyanek xweş, rast, azad!”
Werîşe Muradî li ser bandorên vê pêvajoyê yên li ser jinan û nifşan jî rawestiya û wiha şîrove kir: “Nifşên me yên berê her yekî li gorî kapasîteya xwe ya fikrî ev pirsgirêk pênase dikirin û ji bo çareserkirinê têdikoşiyan. Hinek bi bawerî û meylekê, hinek bi şîroveyeke felsefî, hinek bi vegotineke edebî û hinek jî bi tehlîleke çînayetî li dijî zilmê rawestiyan. Jinan her tim di nava vê pêvajoyê de cih girtine, bûne parçeyek ji bindestan û her tim herî zêde êş kişandine. Lê ew ti car nebûn mijara sereke ya têkoşînê; Ew tenê wekî hêmanek zordariyê dihatin girtin, lê wek mexdûrên bingehîn nehatin dîtin. Îro me ev astengî derbas kir. Em difikirin ku pirsgirêka herî bingehîn a jiyana heyî, mijareke zayendperest e. Tenê dema ku newekheviya zayendî ji holê rabe dê fersend hebe ku hemû pirsgirêkên din çareser bibin. Hemû pergalên agahdariyê yên serdest hewl didin ku rastiya pirsgirêkê berevajî bikin û ji çareseriya rastîn dûr bixin.”
Werîşe Muradî destnîşan kir ku lê belê ev sedsal sedsala jinê ye û jin bi hêza fikrî û pratîkî ji bo mafên xwe têdikoşe û pêdiviyên vê têkoşînê pêk tîne. Di berdewamiya nameyê de Werîşe wiha got: “Pêşketinên teknolojî û zanistî jî di vê riyê de alîkariya hemû têkoşeran, bi taybetî jinan dike. Jin bi sûdgirtina ji asta zanistiya zanistî ya ku bi dest xistine, bi îradeyek ji pêdiviya azadî û rizgariya ji koletiyê derketiye, di têkoşîna wekheviyê de gavên mezin avêtine. Ji ramanwer, zanyar, nivîskar û hunermendan bigre, heta jinên di jiyana rojane de têdikoşin, her yek ji wan mafê xwe yê mirovbûnê parast û destnîşan kir ku divê wek obje neyên nirxandin. Ew hemû tecrubeyên jinê yên ku bingehek zexm ji bo bidestxistina azadiyê pêk tînin, tîne.”
‘Çiraya ronahiyê’
Werîşe Muradî diyar kir ku di vê pêvajoyê de jinên Kurd ji têkoşînê paşve gav navêtine û bi zanebûna xwe ya xurt a çandî û civakî hem beşdarî vê “tekoşîna jiyanê” bûne û hem jî zanebûna têkoşînê mezin kirine. Werîşe da zanîn ku jina Kurd îro bûye sembola têkoşîna jinê û wiha pê de çû: “Roja 26’ê Çileyê, salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji destê DAIŞ’ê bû. Herkes vê yekê wek ‘destpêka bidawîbûna DAIŞ’ê’ qebûl dike. Ev destpêka tariyê bû, yekem çiraya ronî û ronahiyê bû. Jinên Kurd bi awayekî çalak beşdarî vî şerê li dijî hemû cîhanê bûn, paradîgmaya baviksalarî pirsîn û gelek pêş de çûn û wek pêşengên şer cîh girtin. Hem mîna ronî û ronahiyê li dijî tarîtî û zilmê têkoşiyan, hem jî ‘pirsgirêka jinan’ wek kêşeya sedsalê, bi hêzeke bêhempa anîn ser dikê.”
‘Têkoşîna ji bo heqîqet û mirovahiyê deyneke’
Werîşe Muradî da zanîn ku ew bi xwe jî beşdarî şerê Kobanê bûye û wiha got: “Hinek birînên min ên wisa çêbûn ku îro jî carcaran diêşin. Ev êş, wek berdêlek ku min li ser navê mirovahiyê daye, her tim di bîra min de ye. Belkî wîjdanê min hinek rihet be ku min deynê xwe yê li hember mirovahiyê bi kêmanî heta radeyekê daye. Min di tevahiya jiyana xwe de têkoşîn da û di kêliya şehadetê de min got, ‘Li ser tirba min binivîsin ku ez bêyî ku deynê xwe bidim gelê xwe ji vê dinyayê derketim çûm’ Ez rêhevala wan kesan im ku dibêjin ‘Em vê çandê ji wan fêr bûn; Têkoşîna ji bo heqîqet û mirovahiyê deynek e ku divê her yek ji me, bê bendewarî û bi fedakarî bide.”
‘Berxwedana jinan qebûl nakin’
Werîşe Muradî balkişand ser girîngiya serkeftina Kobanê û wiha got: “Her ku serkeftina Kobanê tê pîrozkirin, heyecan û serbilindiya ku ji vê nêzîkatiyê derdikeve, biryardariya min du qat dike. Yek ji sûcên min ên herî mezin niha ew e ku ez li dijî tariyê serî radikim. Ez bûm rêhevala kesên ku mirovahiyê rizgar kirin. Ji vê dijwariyê diyar dibe ku yên ku min dadbar dikin li kîjan alî ne. Ev pergala baviksalarî bi ti awayî berxwedana jinan qebûl nake, bi taybetî jî naxwaze qêrîna şahî û serkeftina wan a li hemberî hêzeke tarî û dijmirovahî bibhîze. Me ewil metirsiya ku li ser mirovahiyê gefek e, nas kir û bê dudilî li hemberî wê serî rakir û serkeftinek mezin bidest xist. Îro jî hewl didin vê şikestinê derman bikin, lê ev dem jî sedsalek ji planên herêmê bidawî bû bijart.”
‘Em bi biryar in’
Werîşe Muradî bal kişand ser peymana Sykes-Picotê û wiha got: “Em neviyên wan kesan in ku bi peymana “Sykes-Picot” birîndar bûne. Gelê me ew gel e ku zilma Lozanê heta hestiyê xwe hîs kiriye, bi têlan hatiye daliqandin, bi her cure çekan hatiye qetilkirin, rastî êrîşên kîmyewî hatiye, bi polîtîkayên Enfalê hewl dane tine bikin û li her quncikek qirkirin dîtiye. Niha, em di vê sedsalê de, di serdema teknolojî û îstîxbarata çêkirî de ku bi pirsgirêkên siyasî û civakî barkirî ne de, dikevin vê sedsalê. Lê niha em bi biryar in; Em ê di vê sedsalê de ne tenê pêşî li qirkirina fizîkî bigirin, ‘qirkirina çandî’ jî em ê pênase bikin û bi hemû hêza xwe têbikoşin. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dirûşma me ye û nîşaneya sembolîk a paradîgmaya me ya rewşenbîrî ye; Ev paradîgma bi zelalî li ser pirsgirêkên bingehîn ên dinyayê û gelên îroyîn radiweste.”
Werîşe Muradî da zanîn ku niha ji ber vê yekê xwe bi sînorên neteweyî, zayendî û çînayetî ve girê nadin, hewl didin ku pirsgirêkan bi perspektîfek berfirehtir û firehtir çareser bikin. Nameya Werîşe Muradî wiha berdewam kir: “Ji ber ku niha piraniya pirsgirêkên gerdûnî hemû mirovahiyê eleqedar dikin, nêzîkatiya herî mantiqî ye ku têkoşîna me di asta gerdûnî de be. Pirsgirêkên gelan ên hevpar hene, lewma têkoşîna me li ser rastiyên hevpar pêk tê. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxwazên hevpar ên piraniya gelên cîhanê îfade dike: jiyana azad û demokratîk. Ev sira piştgiriya ji bo girtiyên jin ên li seranserê dinyayê ye. Dinya li têkoşîna me ya nirxên gerdûnî temaşe dike û destek dide. Em di vê rê de pêşve diçin.”
‘Gel bi hêz e’
Werîşe Muradî destnîşan kir ku niha herêm di pêvajoyeke nû ya teşekirinê de ye û wiha pê de çû: “Gelek hêz ji bo xêzkirina nexşeya siyasî û civakî ya herêmê dixebitin. Di vê pêkhatina nû de tunebûna îradeya gel bi zelalî tê dîtin. Niha ku gel bi hêztir bûye û xwedî şiyana gotinê ye, pêwîst e ev enî bê xurtkirin: eniya civak û gel. Herêm di nava gelek pêşbazî û pevçûnan de ye û nêzîkatiyên stratejîk ên girîng jî di rojevê de ne. Divê di vê têkoşînê de nêzîkatiya çareseriya pirsgirêkên civakê jî hebe. Pirsgirêka me ne meseleyeke ferdî ye; Rastiya ku em di têkoşîna xwe ya siyasî-civakî de rastî cezayê girtîgehê û darvekirinê tên, parçeyek ji vê têkoşînê ye. Ji ber vê yekê divê fikir û tevgera me di heman çarçoveyê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û civakî be. Bi vî awayî em wateyekê didin jiyana xwe. Bi derketina ji qalibên takekesî û helandina nav civak û civakê, em armancek hevpar dişopînin.”
‘Çareserî’
Werîşe Muradî balkişand ser ‘netewa demokratîk’ û wiha got: “Neteweya Demokratîk doktrîn û tezek e; Ev hemû armancan dihewîne. Ev çareserî armancên ku jiyana hemû gel û çînan misoger dike dihewîne. Çareseriyeke ku her kes jê sûdê werdigre û zirar nade tu kesî. Ev nexşeyek rê ye ku em dikarin têgihîştina jiyanê birêve bibin. Ez di wê baweriyê de me ku yan divê em jiyanê nejîn, an jî bi wate û bilind bijîn. Gelek planên ku dixwestin wateyê bidin jiyanê, rastî êrîşên dijminan hatin û hin pêşengên wan ji bo armancên xwe canê xwe feda kirin. Lê belê li şûna tirsê, vê yekê hêviya domandina têkoşîn û jiyanê afirand. Min jî heman gav avêt û bi rewşa xwe ya heyî re rû bi rû mam.”
‘Rêya jiyanek bi wate nîşanî me da’
Werîşe Muradî balkişand ser Ferzad Kemanger ê ku ji aliyê rejîma Îranê ve li ber çavên zarokê wî hat darvekirin jî û wiha got: “Di dema lêpirsînê de heman lêpirsîner got ku Ferzad Kamanger li hemberî min rûniştibû û beriya 15 salan Ferzad jî li vir rûniştibû, lê nekarî tiştekî bike, mirina xwe ji bo xwe afirandiye. Min got, ‘ger ku ez îro li vir rûnim, ev encama têkoşîna Ferzad e. Ferzad bi mirina xwe re rêya jiyaneke bi wate nîşanî me da, dîsa jiyan da me. Ger we Ferzadek bişanda darvekirinê, bi sedan gel li pey rêya wî bû, ji ber ku Ferzad, Şîrîn, Ferhad, Soran û em di wê baweriyê de ne ku her gav dikare bibe azmûnek li ser rêya azadiyê û em ê vê azmûnê bi fedakirina azadiyê bi ser bixin.”
Werîşe Muradî ragihand ku ew niha di şûna ku li ser biryara xwe bifikire, giranî dide têkoşîna xwe, gelê xwe û rojên li pêşiya herêma wan. Nameya Werîşe Muradî bi van gotinan bidawî bû: “Têkoşîn meseleya me ya sereke ye û dîwana me jî parçeyek ji wê ye. Piştgiriya me û li dijî desthilatdariyê parçeyek ji têkoşîna hêja ya mirovahiyê ya ji bo jiyanek azad, bedew, rast û azad a mirovan e. Di vê riyê de prensîba têkoşînê ev e: ‘Ez dixwazim wê çarenûsa ku di lîstikên trajîk ên jiyanê de her tim dubare dibe, ji bo azadiyê hilweşînim. Ji vê lîstikê re dibêjin ‘rastîn’ û tenê bi têkoşînekê bi dawî dibe, wê demê çarenûs têk biçe.”