ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2025'AN

  • 09:00 29 Çile 2025
  • Rojev
 
* Payîz Tunç a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan, çavdêriya xwe ragîhand û got: “Di mijara azadiya fîzîkî ya serokatiyê de çavê her kesî li vir e. Me ev ferq kir. Hevdîtin tên şopandin, her kesî bala xwe daye azadiya serokatiyê û bi hesret vê dipên.” BI DÎMEN 
 
*Aktîvîsta TJA’yê Arzu Karaman diyar kir ku Tirkiye bi êrîşên li hember Rojava modela rêvberiya demokratîk a bi şoreşa jinan di 2014’an de derket holê, hedef digire û got. “Pergala li Rojava hat avakirin hewcedariya me hemûyan e. Ji ber vê divê em xwedî lê derkevin.” BI DÎMEN 
 
* Rêvebera KURDÎGEH’ê Arîfe Arslan da zanîn ku pergal ji bo biserkeve Gelê Kurd bikar tîne û got: “Tiştên ji bo serkeftinê bikartînin li me qedexedikin. Êrişên çand, ziman û hunera me dikin. Pirtûkên me tên qedexekirin. Nivîskar û hîndekarên me tên binçavkirin û me wek sûcdar nîşan didin.” BI DÎMEN