Di konekî biçûk de têkoşîna jiyanê ya mezin

  • 09:05 30 Çile 2025
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
HATAY - Fîlîz Gul diyar kir ku di konekî de 50 kes mane, xawrina xwe li derve çêkirine, ji ber ceyran tunebûye bi lambeyan îdare kirine û ji ber kon biçûk bûye bi nobedarî mane.
 
Di ser erdheja 6’ê Sibatê ku hilweşîneke mezin derket holê du sal derbas dibe. Bi hezaran kesî di erdhejê de jiyanax we ji dest dan û bi hezaran avahî hilweşiyan. Yek ji bajarên ku herî zêde bi bandor bû Hatay bû. Hîna şopa erdhejê li wir heye. Pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Mirov hîna di kon û konteyniran de dijîn. Her derê bajar qirêj û ax e. 
 
Fîlîz Gul diyar ki ku êşa erdhejê hîna teze ye û tiştên ku piştî erdhejê jiyane vegot.
 
‘Em dicemidîn û ditirsiyan’
 
Fîlîz Gul daxuyakirin ku êşa wan wek roja ewil teze ye û tiştên di dema erdhejê de jiyane vegot: “Erdhej pir tund bû. Her çû zêdetir bû. Ji her derê deng dihat. Dengê hilweşînê dihat. Ez çûm cem zarokê xwe min ew hembêz kirin. Ji dîwaran tuxle diketin, li serê me diketin. Serê me şikest xwîn jê dihat. Erdhej sekinî em derketin derve. Avahiya me 7 qat bû. Em li qatê sêyemîn bû. Her der tarî bû. Me rewşa bajar nizanibû. Min digot qey a me tenê wisa bûye. Roj ronî bû me her tişt dît. Me got em biçin gund. Lê me nikaribû. Ji ber hemû rê girtî bûn. Riya gund 15 deqe bû lê em di 2 saet û nîvan de çûn. Em dicemidîn, ditirsiyan.”
 
‘Şert û mercên me nehatin başkirin’
 
Fîlîz Gul da zanîn ku tevî gelek dem derbas bûye hîna di şertên zehmet de dijîn û wiha dirêjî dayê: “Xaniyê gund hilweşiya bû. Derve sar bû. Seraya me hebû. Me sera kir kon. Ji malbata me kesên din jî hatin. Xaniyê wan jî hilweşiya bû. Ew jî hatin gund. Em 40-50 kes bûn. Me zehmetiyên mezin kişandin. Serşo, mutbex, xwarin tunebû. Me bi hevkarî hinek tişt kirin. Kon dihatin belavkirin. Lê kesî nedan me. Di ser erdhejê de pir dem derbas bû lê hîna şertên me nehatine başkirin.”
 
‘Em bi dor derbasî kon dibûn’
 
Fîlîz Gul wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şertên hewayê gelek baş bûn. Em hemû nikaribûn tê de bimana. Me sobeyek xist kon. Me dora kon bi betaniyan girt. Me wisa serma asteng kir. Ceyran tunebû. Me bi lambeyan îdare dikir.  Me serşoyek çêkir. Me firaq li derve dişuşt. Gele zehmet bû. Em 8 mehan di kon de man. Em 50 kes bûn. Cih tunebû. Em bi dor di kon de diman. Me bi hevkarî bi hev re ev pêvajoya zehmet derbas kir. Yekbûnê gelek tişt bi me da qezenckirin.”
 
‘Kes xwedî li Hatayê derneket’
 
Fîlîz Gul da zanîn ku kes xwedî li Hatayê derneketiye û wiha dirêjî dayê: “Beriya erdhejê jî kes xwedî li Hatayê dernediket. Hatayê bi hewldana xwe bajarê xwe li ser piyan girt. Tu piştgirî ji bo Hatayê tunebû. Em bi gelê xwe re li ser piyan man. Me di erdhejê de jî piştgiriyek nedît. Niha jî em nabînin.”