Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
- 08:37 29 Çile 2025
- Rojane
SÊRT - Li Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin.
Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Sofya Alagaş. Wezareta Karên Hundir piştî cezayê Sofya Alagaşê, li Şaredariya Sêrtê qeyûm tayîn kir.
Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin, ji hevşaredaran re gotin ku qeyûm hatiye tayînkirin.
Li avahiya şaredariyê ala tirkan hate daliqandin û gel li pêşiya şaredariyê disekine.
Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku 6 sal û 3 meh cezayê hefsê yê duh bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Sofya Alagaşê hatiye birîn, weke hinceta tayînkirina qeyûm hatiye nîşandan.
Wezaretê, got ku waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya weke qeyûm hatiye tayînkirin.