Meşa Dirêj di roja 8’an de ye
- 19:58 28 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj di roja 8’an de gihîşt Grignyê. Meşvan ji ber walîtiya Grignyê heta şaredariya Grignyê meşiyan û gotin:“Ger em dixwazin jiyana azad ji sibrojê re bihêlin, pêwîste azadiya Rêber Apo pêk bînin.”
Meşa Dirêj a ku 21’ê Çileyê li bajarê Lorient ê Fransayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de destpê kir, di roja xwe ya 8’an de li banliyoya Grigny a Parîsê berdewam dike.
Kurd û dostên wan li ber walîtiya Grignyê meşvanan pêşwazî kirin. Girse ji ber walîtiyê bi berzkirina dirûşmeyên “Biji Serok Apo", "Biji berxwedana Rojava", "Biji berxwedana QSD’ê” heta şaredariyê meşiyan.
Di meşê de belavokên bi Fransizî yên li ser armanca Meşa Dirêj a 26’an ku di çarçovey…