Li Tişrîna ku dilê Firatê ye berxwedan

  • 09:07 25 Çile 2025
  • Rojane
  
Rojda Aydin
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bendava Tişrînê ya ku ji ber cihê xwe li ser Çemê Firatê xwedî roleke girîng e, di roja me ya îro de li hember êrîşan dîrokek nû dinivîsîne. 
 
Di 27’ê Mijdara 2024’an de êrişên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava ku dest pê kir, her ku diçe zêde dibe. Dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê ji 8’ê Kanûnê û vir ve êrişên hewayî û bejahî li ser Bendava Tişrînê pêk tînin. Di dema ku berxwedana li dijî êrişan mehek li pey xwe hişt, di 8’ê Çile de li ser banga Rêveberiya Xweser bi hezaran şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan Bendava Tişrînê. Hêzên ku bi salan e êrişî bendavê dikin, bi dîwarê berxwedanê re rû bi rû dibînin.  
 
Bendava Tişrîn ku li bajarê Helebê ya Sûriyê ye, navendeke girîng a avdanî û berhemanîna enerjiyê ye li ser çemê Firatê. Çêkirina bendavê û bûyerên piştî wê pêvajoyeke dîrokî bi rewşa aloz a siyasî û cografî ya herêmê ve girêdayî ye.  
 
Pêvajoya avakirinê 
 
Bendav ku di salên 1980’an de dest bi çêkirinê hat kirin, di sala 1999’an de temam bû û ket xizmetê. Pêvajoya avakirinê bi armanca bikaranîna çavkaniyên avê yên li herêmê bi bandortir û zêdekirina kapasîteya hilberîna elektrîkê pêk hat. 
 
Texrîbatên mezin dît 
 
Bi destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re, Bendava Tişrînê jî weke gelek xalên stratejîk ên herêmê ket bin kontrola komên çekdar ên cuda.  Di navbera salên 2013 û 2015’an de bendav ket bin kontrola DAÎŞ’ê.  Di vê heyamê de binesaziya bendavê zirareke mezin dît, avdanî û hilberîna elektrîkê li herêmê gelek asteng bû. 
 
Di sala 2015’an de hêzên YPG û YPJ’ê yên di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de di çarçoveya operasyona Minbicê de bendav ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Di dema şer de beşeke mezin a bendavê hilweşiya, rêveberiya YPG û YPJ’ê dest bi xebatên sererastkirina bendavê kirin û piştî demekê dîsa çalak kirin. 
 
Tirkiye ava Firatê qut kir
 
Piştî ku bendav hat temîrkirin, ji ber ku Tirkiyeyê ava Çemê Firatê kêm kir, asta ava bendavê daket û hilberîna ceyranê jî bandoreke neyînî kir. Vê rewşê kêmbûna avê ya li herêmê hîn kûrtir kir. 
 
Girîngiya bendavê 
 
Bendava Tişrînê yek ji girîngtirîn çavkaniyên avê ya herêmê ye. Bendav ava ku ji bo çandinî, ava vexwarinê û pîşesaziyê hewce dike hildide û bi rêkûpêk dike. Cihbûna wê ya li ser çemê Firatê karîgeriya pergalên avdanê li herêmê zêde dike. 
 
Bendav ji aliyê cihê xwe yê stratejîk ve ji ber ku li ser Çemê Firatê cih digire, di hevsengiya hêzên herêmê de roleke girîng dilîze.  Hêza di kontrolê de di rewşekê de ye ku bandorê li ser çavkaniyên avê û kapasîteya hilberîna enerjiyê li herêmê bike. 
 
Di vê çarçoveyê de Bendava Tişrînê di demeke ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê didome de girîngiya xwe ya stratejîk diparêze. Kontrolkirina bendavê bandoreke diyarker li ser çavkaniyên avê û hilberîna enerjiyê li herêmê dike. Bendav gelek caran di navenda pevçûnan de ye û weke faktoreke sereke ya bêîstiqrariya siyasî li herêmê tê dîtin. Bendava Tişrînê di rewşa aloz a siyasî û cografî ya Sûriyê de xwedî roleke girîng e. 
 
Êrişên bênavber didomin
 
Îro jî êrişên li ser herêmê bênavber berdewam dikin. Di 8’ê Çile de gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û helwesta xwe ya li hemberî van êrîşan nişan bidin derketin rê.  
 
Li Tişrînê komkujî 
 
Her wiha dema ku gelê herêmê û hêzên QSD’ê bi rojan e li Bendava Tişrînê têkoşîn û berxwedaneke mezin dimeşînin, Tirkiye jî li herêmê bi balafirên keşfê êrîşên dijwar pêk tîne.  Ji 8’ê Çileyê vir ve di êrişên pêk hatin de bi dehan welatî hatin qetilkirin û di nav de rojnameger jî bi dehan kes birîndar bûn. 
 
Armanc li Tişrînê avakirina serdestiyê 
 
Lê belê Tirkiye dixwaze çavkaniyên bendava Tişrînê bixe bin kontrola xwe. Ji ber vê yekê armanc dike ku pozîsyona xwe ya weke hêzeke herêmî xurt bike. Ev herêmên bakurê Sûriyeyê ji aliyê stratejîk a Tirkiyeyê ve xwedî cihekî girîng e. Li aliyê din jî bi van êrîşan dixwaze QSD û YPG/YPJ’ê ya girêdayî wê li herêmê qels bike.   
 
‘Em ji mirinê mezintir in’
 
Gel tevî hemû êriş û qetlîaman paşve gav neavêt, li Tişrînê dilê Firatê, bi gotinên “Em ji mirinê mezintir in” û “Tişrîn ava ax û jiyana me ye” berxwedana xwe didomînin. Bi van gotinan girêdanbûna wan a li xak û welatê xwe carekedin didin li ber çavan. Tevî komkujiyê jî gel ji bo parastina xaka xwe bûn mertalên zindî û paşve gav neavêjin. Gelê li herêmê ji bo dîtina vê komkujî û êrîşan bang li dewletên navneteweyî kirin.