Ji bo Rojîn Kabaîş li ser X kampanya
- 21:40 24 Çile 2025
- Rojane
WAN - Ji bo xwendekara zanîngeha YYU ya ku winda bû û 18 roj şûnde cenazaya wê hat dîtin li ser X bi hashtaga “#119gunoldu” çalakî hat destpêkirin.
Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU) ya Wanê Rojîn Kabaîş ya ku di 15’ê cotmehê de winda bû û cenazeya wê li perava Mollakasim hat dîtin, li ser X bi hashtaga “#119gunoldu” çalakî hat destpêkirin.
Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê diyar kir ku di ser bûyerê re 119 roj derbas bûye û vê pêvajoyê tu pêşketin çênebûye. Navenda Mafê Jinan parvekirina ‘119 roj derbas bû di dosyayê de tu pêşketin tuneye, guman nehatine çareserkirin û divê bê ronîkirin ku çi bi Rojînê hatiye’ kir.