‘Em ê ji her kesî re bibêjin Rojînê întîxar nekiriye’
- 09:02 23 Çile 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL-Ji Komîsyona Ji bo Gulîsan Doku Edalet, Hîvda Selen der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de axivî û got: “Hewcae bike em ê standan ava bikin û yek bi yek ji her kesî re bibêjin ku Rojînê întîxar nekiriye. Armanc ku em bi têkoşînê derxin holê ku çi bi Rojînê hatiye.”
Hîvda Selen her wiha got ji bo Rojîn Kabîş Komîsyona Edeletê ava kirine û bang li her kesî kir ku li dora komîsyonê bên gel hev.
Xwendekra Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU) ya Wanê Rojîn Kabaîş di 27’ê îlona 2024’an de winda bû û cenazeya wê 18 roj şûnde li peravê hat dîtin. Ji bo mirina biguman a Rojînê ronî bibe li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî didomin. Ji Komîsyona Ji bo Gulîstan Doku Edalet a Stenbolê, Hîvda Selen der barê mijarê de axivî û got wê ji bo jinên biguman jiyana xwe ji dest dane têkoşîna xwe bilind bikin.
Hîvda Selen da zanîn ku Gulîstan Doku 5’ê Çileyê 2020’an de li Dêrsîmê hatiye windakirin û beriya winda bibe Gulîsan li gel gumanbar Zaynal Abarakov bûye. Hîvda Selen wiha got: “Waliyê Dêrsîmê Tuncya Sonel ji malbatê re got Gulîstanê întîxar kiriye. Berê rayagiştî dan Bendava Uzun Çayirê. Me bi dîmenên pisporan tespît ir ku Gulîstanê întîxar nekiriye. Lê tevî vê gumanbar nehat darizandin.”
‘Em ê ji bo hemû jinan têbikoşin’
Hîvda Selen wiha dirêjî dayê: “Di 28’ê Gulana 2018’an de Şule Çet ji ailyê gumanbar Berk Akand û Çagatay Aksu ve ji katê 20’an a plazeyekê de hat avêtin. Em têkoşîna edaletê ya me ji bo Şule Çet û Gulîstan Doku daye destpêkirin didomînin.Ji bo gumanbarê Şule Çet ceza bigirin me têkoşîn da û encam girt.Me ji bo Gulîstan Doku jî têkoşîn meşan dû me tespît kir ku întîxar nekiriye. Niha em ji bo hemû jinên bi guman jiyana xwe ji dest dane têdikoşin.”
‘Em ê hesabê Rojîn Kabaîş bipirsin’
Hîvda Selen balkişand ser mirina biguman a Rojîn Kabaîş û wiha vegot: “Niha em ji bo Rojîn Kabaîş têkoşîna edaletê dimeşînin. Mirina wê ne întîxare. Rojin întîxare lê ne întîxare. Li vê erdnîgariyê mêr jinan qetil dikin. Dewlet derdikeve dibêje întîxare. Jiyana jinan tune tê hesibandin. Ev daraza mêr e. Em vê qebûl nakin. Têkoşîna me ji bo Şule Çet û Gulîstan Doku daye em ji bo Rojînê jî didin.Em ê bi malbata wê re bibin dengê Rojînê. Me ji bo Rojîn Kabaîş ‘Komîsyona Edaletê ava kir. Em ê doza Rojînê bişopînin. Em ê li bajaran çalakiyan pêk bînin. Em ê standan ava bikin û hewce bike em ê yek bi yek ji her kesî re vebêjin ku Rojîn Kabaîş întîxar nekiriye. Em dixwazin her kes xwedî li dosya Rojînê derkevin û li dora komîsyona edaletê ya ji bo Rojînê hatiye avakirin bên gel hev.”