Li Dêrsimê girtina rojnamegeran hat şermezarkirin

  • 14:05 23 Çile 2025
  • Rojane
  
 
DÊRSIM – Li Dêrsimê rojnamegeran binçavkirin û girtina hempîşeyên xwe protesto kirin û diyar kirin ku ew ê li hemberî zextan bêdeng nemînin.
 
Li Dêrsimê girtina rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruc, Reyhan Hacioglu, Gulistan Dursun, Can Papila, Pinar Gayip, Serpîl Unal, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin hat şermezarkirin. Rojnameger li Kolana Hunerê li hev civiyan û pankarta ‘Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin’ hat vekirin. Rojnameger Cîhan Berk di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em vê zexta li ser rojnamegeran qebûl nakin û em careke din diyar dikin ku em ê li hemberî neheqiya li dijî hempîşeyên xwe bêdeng nemînin.”
 
Cîhan Berk bal kişand ser zêdebûna zextên li ser rojnamegeran û wiha got: "Di 20'ê kanûna 2024'an de rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn dema êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin hatin qetilkirin. Rojnameger Gulîstan Dursun û Can Papila Qetilkirina Daştan û Bîlgîn, Pinar Gayip, Serpîl Unal, Hayri Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin hatin girtin. Ne tenê di 17’ê çileyê de di çarçoveya lêpirsîna li Stenbolê ya li dijî rojnamegeran de Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûc û Reyhan Hacîoglû ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ve bi îdiaya ‘endamtiya rêxistina terorê’ bêyî ku îfadeya bide hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de rojnameger Eylem Babayîgît jî di serdegirtina malê de hat binçavkirin."
 
‘Bila sansur bê rakirin’
 
Cîhan Berk xwest zextên li hemberî rojnamegeran were bidawîkirin û wiha pê de çû: “Rojnamegerî hêmayeke bingehîn ê civaka demokratîk e û divê ev pîşe li dijî zextên siyasî bê parastin. Em daxwaz dikin ku ewlekariya hemû rojnamegeran bê bicihanîn û tedbîrên pêwîst bên girtin da ku karibin bi awayekî azad pîşeya xwe bikin. Em daxwaz dikin ku demildest rojnamegerên ku bi neheqî hatine binçavkirin û girtin bên berdan. Em daxwaz dikin ku her cure zextên fizîkî û hiqûqî yên li ser rojnamegeran bi dawî bibin. Em daxwaz dikin ku demildest qedexe û biryarên sansurê yên ku azadiya çapemeniyê tehdîd dikin bên rakirin.”
 
'Çapameniya azad nayê bêdengkirin'
 
Cîhan Berk bang li saziyên navneteweyî kir ku piştevaniyê bidin rojnamegeran û wiha got: “Li dijî van zextên li ser rojnamegeran têdikoşin, bikevin nava liv û tevgerê. Em bang li hemû saziyên demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin azadiya ramanê û bibin dengê rojnamegerên girtî. Ji bo hevalên me yên girtî serbest bên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Rojnamegerî ne sûc e. Çapameniya azad nayê bêdengkirin.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.