ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2025'AN

  • 09:00 23 Çile 2025
  • Rojev
 
* Mexdûra erdhejê Meryem Kutlu li Dîkmeceyê di konteynirê de ligel pirsgirêkan hewl dide ku jiyana xwe bidomîne û wiha axivî: "Pirsgirêkên elektrîk, tenduristî û veguhastinê qet neqediyan. Her wiha pêdiviya me bi piştgiriya psîkolojîk heye. Em hîna jî travmayê dijîn. Pêwîste dewlet bikeve nava tevgerê. Em tevî vê travmayê hewl didin ku bijîn."  BI DÎMEN 
 
* Kobanê ku 10 sal berê ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin û îro dîsa di hedefê de ye peyama wê ‘Kobanê neket û wê nekeve!’ ye.
 
* Ji Komîsyona Ji bo Gulîsan Doku Edalet, Hîvda Selen der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de axivî û got: “Hewcae bike em ê standan ava bikin û yek bi yek ji her kesî re bibêjin ku Rojînê întîxar nekiriye. Armanc ku em bi têkoşînê derxin holê ku çi bi Rojînê hatiye.”  Hîvda Selen her wiha got ji bo Rojîn Kabîş Komîsyona Edeletê ava kirine û bang li her kesî kir ku li dora komîsyonê bên gel hev.  DÎMEN HEYE
 
* "Heger têkoşîna li Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo rawestandina pirjinî, zewaca misyar û sîxe û diyardeyên din ên gemar hebûya, wê demê partî û hêzên siyasî yên Iraqê yên kevneperest newêrîbûn qanûnekê ew qasî dij jin, dij demokratîk û dij mirovane derbixin."  JI PÊNÛSA JINAN