Li Bendava Tişrînê: 2 kes hatin qetilkirin û 20 kes jî birîndar bûn
- 14:02 21 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirk carek din êrişî nobedarên Bendava Tişrînê kir. Di encamê de 2 kes hatin qetilkirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk careke din êrişî nobedarên Bendava Tişrînê kirin. Li gorî nûçeya Ajansa ANHA'yê di êrişê de 2 kes jiyana xwe ji dest da û bi 20 kes jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê ji zêdetirî 40 rojî ve êrişî Bendava Tişrînê dikin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina bendavê û nîşandina dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, li bendavê nobetê digirin.
Heta îro gelek caran êrişî nobedarên bendavê hatin kirin û di encamê 15 kes hatin qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Îro jî 2 kes hatin qetilkirin û 20 kes jî birîndar bûn.