Bi sedan kesî berê xwe dan Bendava Tişrînê
- 11:52 19 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di saetên barbanga vê sibehê de bi hezaran şêniyên ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, gundên Berav û Koçeratê berê xwe da Bendava Tişrînê.
Bi sedan şêniyên Dêrik, Girkê Legê, gundên Berav û Koçeratê bi armanca parastina Bendava Tişrînê û nîşandina dijbertiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê berê xwe dan herêmê.
Ji 8'ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji hilweşînê û rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li hemberî wê nobetê digirin.