Ji Qoserê ji bo Rojava peyama yekitiyê
- 09:05 19 Çile 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Şêniyên Qoserê derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li hember Rojava axivîn û got bidawîbûna şer û pêkhatina aştiyê bi azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e.
Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê, êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Êrişên li hember Bendava Tişrîn jî didome û nobeta gel a li dijî êrişên Bendava Tişrîn di roja 12’yan de didome. Li dijî êrişên 40 roje li hember Bendava Tişrîn didome, bi hezaran kes ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berbi Tişrînê ve meşiyan. Tevî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê gel berxwedana xwe didomîne.
Jinên navçeya Qoser a Mêrdînê derbarê mijarê de axivîn û diyar kirin ku divê li dijî êrişan xetek bên hûnandin.
‘Dilê me bi Rojava re ye’
Hatîce Yildiz ku balkişand ser yekitiya neteweyî wiha vegot: “Li pêş me dijminekî çavsor heye. Ji ber vê divê gelê me xwe bizanibe. Em aydê vê axê ne. Ji ber vê divê em bi hev bigirin. Her roj zarokên me şehîd dibin, tê girtin û birîndar dibin. Divê em Kurd bibin yek. Yekitî tunebe wê êriş bidomînin. Em ê heta dawî têbikoşin. Em ê bi ser kevin.”
‘Tirkiye ji Gelê Kurd tirsiya’
Evîn Yildiz jî bêdengiya li dijî êrişên li hember Rojava rexne kir û wiha got: “Ji vir dengekî xurt derketiba wê êrîş nehatiba kirin. Ji ber em bêdeng in bi ser me de tên. Di berxwedanên Kobanê de ji Gelê Kurd tirsiyan. Ditirsin ku gel ji nûve rabe ser iyan. Ji ber vê jî her ku bêdengî hebe bi ser de diçin. Divê em xwedî li hev derkevin an jî wê me blav bikin. Em ê winda bibin, tune bibin. Divê em li vir çalakiyên protestoyî bikin û xwedî li Rojava derkevin.”
Rewşan Huseyîn jî balkişand ser yekitiyê û got: “Em dua dikin ji bo wan. Em yekitiyê dixwazin û divê ev êriş demildest bidawî bin.”
‘Divê em bibin yek’
Zeynep Erdogan jî wiha anî ziman: “Heta em nebin yek wê êriş bidomin. Divê em bibin yek û mafên hev biparêzin. Divê em ciwanên xwe perwerde bikin. Divê mirov bibin xwedî hişmend. Divê em peywira xwe bînin cih.”
‘Em aştiyê dixwazin’
Helîn Durak jî destnîşan kir ku ew li welatekî ku şer heye dijîn û wiha domand: “Her tim wisa nêzî Kurdan bûn. Kurd sûcdar dîtin. Lê em ne şer aştiyê dixwazin. Divê her kes wekhev be, cudakarî neyê kirin. Em ji şer re dibêjin na.”
‘Em bibin yek wê pirsgirêk çareser bibin’
Ruken Demîrcan jî daxuyakirin ku berpirsên êrişan hêzên ku dewletê bi rêve dibine û wiha bi lêv kir: “Pirsgirêka herî mezin yên me bi rêve dibin e. Em bang li wan dikin. Em bibin yek wê pirsgirêk çareser bibin. Wekhevî mafê her kesî ye. Divêher kes bang li dewletê bikin.”
Semîre Yurttaşer jî diyar kir ku şer bi tu kesî nade qezenckirin û got: “Qetilkirina zarokan, mirovan ne tiştekî başe. Divê em bibin yek û pêşî li vê bigirin."
Rojbîn Bîlge jî diyar kir ku divê hemû Kurd bibin yek û ji biçûkan heta mezinan her kes peywira xwe bîne cih.
Zekiye Aslan jî bi lêv kir ku divê parastina xwe bikin û destên xwe bidin hev ku biserkevin.
‘Bila Abdullah Ocalan azad bibe’
Ayten Ozdemîr jî wiha nirxandin kir: “Ji bo bidawîbûna şer û çareseriyê divê Abdullah Ocalan bê berdan. Em aştî û azadiyê dixwazin. Divê ev şer bidawî be. Divê xwîn nerêje. Divê em bibin yek û dewlet jî di gotina xwe de samîmî be.”