Di encama berxwedanê de parêzer ketin edliyê
- 12:22 12 Çile 2025
- Rojane
MERSÎN – Piştî hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê û endamên meclîsê sewqê Edliya Mersînê hatin kirin şûnde, di encama berxwedanê de destûr hat dayîn ku parêzer bikevin edliyê.
Di 10’ê Çileyê de di serdegirtina malan de Hevşaredarên Akdenîzê yên Mêrsînê Nûriye Aslan û Hoşyar Sariyildiz û endamên Şaredariya Meclîsê Neslihan Orûç, Ozgur Çaglar, Yakûp Daniş û Hîkmet Bakirhan ku hatin binçavkirin sewqê Edliya Mersînê hatin kirin. Parêzer, malbat û parlamenterên ketina wan a edliyê hatin astengkirin.
Bendêne ku îfadeyên wan li dozgeriyê bê girtin û her wiha bi biryara Serdozgeriya Komara Mersînê ya bi tenê parêzerên ku duh ketin îfadeyan bikevin edliyê ve parêzer ketin edliyê. Li ser vê biryarê gelek parêzer, xizmên kesên hatine binçavkirin û parlamenterên DEM Partiyê ku xwestin bikevin edliyê, destûr nehat dayîn.
Girseya ku li ber edliyê kom bûye bertek nîşanê vê yeke da û dirûşmeyên “heq, hiqûq, edalet” û “Zext nikare me bide sekinandin (Baskılar bizi yıldıramaz)” hat berzkirin. Di encama berxwedana li pêşiya edliyê destûr hat dayîn ku parêzer bikevin edliyê.
Dê li pêşiya edliyê li dijî îfadeyên li emniyetê û pêkanînan daxuyanî bê dayîn.