'Hûn ê nikaribin dengê Gelê Kurd qut bikin'

  • 09:09 26 Kanûn 2024
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
MÊRDÎN - Jinên tevli çalakiya nobeta sînor ya li Qamişloyê bûn der barê qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan yên 19’ê Kanûnê de li navbera riya Bendava Tişrîn û bajaroka Sirîn bi SÎHA’yê hatin qetilkirin de axivî û gotin: “Rojnamegeran rastî derdixin holê. Me ji wan heqîqet dibihist. Rojnameger hedef hatin girtin. Ji bo tiştên dikin veşêrin rojnameger qetil kirin.”
 
Polîtîkayên înkar û îmhayê yên desthilatdariyê yên li hember Kurdan roj bi roj giran digirin. Ligel êrişên li hember ziman, çand û nasnameya gelê Kurd, ji bo dengê gel bê birîn jî desthilatdarî çi ji destê wan tên dikin. Di 19’ê Kanûnê de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, di encama êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan.
 
Bi armanca protestokirina êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 13’yê Kanûnê de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li sînorê Qamişlo çalakiya nobetê hat destpêkirin. Jinên tevli çalakiyê bûn der barê êrişên li hember çapemeniya azad axivîn.
 
‘Rojnamegeran rastî nîşan didan’
 
Emîne Ozen da zanîn ku ew qetilkirina rojnamegeran şermezar dikin û got rojnameger rastiyê nîşan didin. Emîne Ozen got ji bo êrîşên li hember Rojava bidawî bin di çalakiyê de, ji bo aştiyê tevli çalakiyê bûne banga piştgiriya Rojava li welatên Ewropayê kirin.
 
‘Me heqîqet ji wan dibihist’
 
Zuhriye Kayika jî ku ji ajansa me re axivî got êrişa li rojnamegeran zilm e û wiha vegot: “Ew ê nikaribin me biqedînin. Em ji bo rojnamegerên şehîd jî gelek xemgîn in. Ew qet ji hişê me dernakevin. Jixwe me bi şev û roj li rastiya wan guhdarî dikir. Hin rojnamegeran rastiyan nîşan nedan, ji ber vê yekê me guhê xwe da rastiya her du rojnamegerên hatin qetilkirin. Hikûmetê ew rojnameger qetil kirin, ji ber ku nexwest rastî bê zanîn. Pêdiviya wan bi mirovên kor, kerr û lal heye. Rojnamegerên ku li rastiyê digerin an dikujin an jî digirin. Lê ew bi dawî nabin. Bi mirinê bi dawî nabin. Kesek diçe, 10 kes cihê wan digirin û em ê heta dawiyê li pişt wan bin. Rojnamegerên hatin qetilkirin tevî metirsiyan nûçe şopandin. Ji ber vê sedemê em bi wan serbilind in. Em têbikoşin jî em ê li pişt rojnamegerên xwe û Rojava bin. Em li dijî zilmê ne. Em aştiyê dixwazin, ne zilmê. Em çiqas bên kuştin jî em dev ji gotina aştiyê bernadin.”
 
‘Rojnameger hedef girtin’
 
Hacer Avşîn jî daxuyakirin ku ew ji bo Rojava di çalakiyê de ne û dixwazin edelet pêk bê. Hacer Avşîn wiha got: “Li ku derê kesek bimre kezeba me dişewite. Bila ev zilm bidawî be. Bila ev şer bidawî be. Rojnameger hedef girtin. Em naxwazin kes bê qetilkirin.”
 
‘Tehemula wan ji Kurdan re tuneye’
 
Fatma Engel jî diyar kir ku ev 12 roj in di çalakiya nobetê de ne û wiha got: “Çawa rojnamegerên me dikujin? Li ku derê cîhanê rojnameger tên kuştin? Ji bo kiryarên xwe veşêrin rojnameger qetil kirin. Em çûn sersaxiyên wan û hatin astengkirin. Êdî nahêlin em biçin sersaxiya zarokên xwe jî. Em ji bo daxwaza aştiyê li vir in. Ez jî dayika aştiyê me. Em naxwazin tu dayik negirîn. Em mirinê naxwazin, lê dewlet mirinê dixwaze û bi me re aşitiyê nake. Tehemula wan ji kurdan re tune. Kurdan qebûl nakin. Lê em hene û ew ê nikaribin me biqedînin. Li Rojava mafê wan nîne, lê dîsa jî zextan dikin û DAIŞ’ê dişînin wir. Jixwe DAIŞ xwe tamîr dike. Ji ber ku ew piştgirî dike. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li cem gelê xwe bin. Heta ku zextên li ser gel bi dawî bibin em ê li vir bin.”