ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN
- 09:00 25 Kanûn 2024
- Rojev
* Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî geşedanên salekê ya Başûrê Kurdistanê nirxand û got: "Rastiya ku dagirkerî di nava 34 de li Başurê Kurdistanê bi taybet di qadên civakî de avakiriye bi alîkariya hêzên desthilatdar avakiriye hawceyê bi şoreşe zihnî heye." PANORAMA
*Şoreşgera enternasyonalîst Dîana Montseny der barê êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: “Kobanê mînaka destkeftiyên gelê Kurd e. Tirkiye dixwaze hêviya me bişkîne. Yên li wir li berxwe didin hene. Em ê jî ji vir piştgiriyê bidin berxwedana wan.”DÎMEN HEYE
*Nûçegîhana ANHA’yê Dîcle Ahmet der barê qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku encama êrîşa SÎHA’yê de hatin qetilkin de axivî û got rojnamegeran ji ber astî derxistin holê ji aliyê Tirkiyeyê de hedef hatine girtin. Dîcle Ehmet bang li hemû cîhanê û rojnamegeran kirin ku berê xwe bidin Kobanê û rastiyan bibînin.
*Duyemîn rûniştina Narîn Guran a 8 salî li Amedê hat qetilkirin sibehê tê dîtin.
*Endama Yekitiya Jinên Elewî ya Demokratîk Songul Çelîk, da zanîn ku şoreşa jinan a li Rojava, zîhniyeta serdest ya mêr hejandiye û got: “Şoreşa Rojava ji bo hemû jin û gelan bûye hêvî. Ev têkoşîn di lêgerîna edalet û heqîqetê de rolek krîtîk dilîze.”DÎMEN HEYE
*Rêvebera Akademiya Ma Musîc Evîn Tiryakî û Hîndekara Akademiya Ma Musîc Esra Tayfun der barê kampanya ‘mîlyonek pirtûk mîlyonek zarok’ de axivîn û diyar kirin ku ji bo zarok bi zimanê xwe biafirin û bi zimanê xwe muzîkê fêr bibin kampanyayek wisa dane destpêkirin.
DÎMEN HEYE