'Bila Cîhana min û Nazim bibin wesîleya aştiyê'

  • 13:57 23 Kanûn 2024
  • Rojane
 
  
MÊRDÎN – Di roja dawî ya şînê de bi sedan kes ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn a hat qetilkirin serdana malbatê kirin. Dayika Cîhan Bîlgîn, Katîbe Bîlgîn xwest cenazeyê keça wê li axa xwe bê definkirin û got, “Min ew sax nedît, lê qet nebe mmin bikariba serdana gora wê bikira. Bila Cîhana min û Nazim bibin wesîleya aştiyê. Spas ji we hemûyan re."
 
Li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê ji bo Rojnameger Cîhan Bîlgîn a di encama êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest da, şîn hatibû dayin. Îro roja dawiyê ya şînê ye. Bi sedan kes çûn şînê. Malbata ku wê ji niha û pê ve li malê sersaxiyê qebûl bike, ji bo Cîhan Bîlgîn mewlûd da.
 
Bi sedan kesên beşdarî merasîma sersaxiyê ya Cîhan Bîlgîn bûn, pankartên wêneyên Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan li ser bûn hilgirtin û bi dirûşmeyên "Şehîd na mirin", "Cîhan, Nazim rûmeta me ye" û "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" ber bi mala şînê ve meşiyan.
 
Di roja dawî ya sersaxiyê de ji bo bîranîna rojnamegerên hatin qetilkirin Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan deqeyek rêz hat girtin.
 
Hevseroka MEBYA-DER'ê Gurbet Tekin da zanîn ew ê têkoşîna Cîhan û Nazim mezin bikin. 
 
Li ser navê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rojnamevan Ahmet Kanbal axivî û got:"Em pênûsa wan li erdê nahêlin."
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî got ew ê ji bo xeyalên rojnamegeran têbikoşin.
 
Dayika Cîhan Bîlgîn, Katîbe Bîlgîn xwest cenazeyê keça wê li axa xwe bê definkirin û got, “Min ew sax nedît, lê qet nebe mmin bikariba serdana gora wê bikira. Bila Cîhana min û Nazim bibin wesîleya aştiyê. Spas ji we hemûyan re."
 
Serdana li mala şînê dewam dike. Kesên tên sersaxiyê tim dirûşmên "Şehîd namirin" berz dikin.