‘Cîhan Bîlgîn destan afirand, Nazim generalê Apê Mûsa bû’

  • 09:06 23 Kanûn 2024
  • Rojane

  

Derya Ren-Şehrîban Aslan
 
RIHA - Nûçegîhana ANHA’yê Silava Abdulrehman diyar kir ku rojnameger Cîhan Bîlgîn ku bi SÎHA’ya Tirkiyeyê hat qetilkirin, beriya bê qetilkirin bi dehan carî bi telefonê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye tehdîtkirin û got: “Cîhanê teslîmiyet qebûl nekir. Ji ber vê hedef hat girtin û qetil kirin.” Bêrîtan Canozer jî daxuyakirin ku rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi zanebûn hedef hatine girtin û got: “Em divê israra wan a di rojnamegeriyê de mezin bikin.”
 
Tirkiyeyê di 5 salên dawî de di encama êrîşên li herêm Başûrê Kurdistan, Bakur  û Rojhilatê Sûriyeyê de 13 rojnameger qetil kir û 7 jî birîn kir. Di 19’ê Kanûnê de rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku nûçe dişopandin di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sîrîn de ji aliyê balafirên bê mirov (SÎHA) yên Tirkiyeyê ve hedef hat girtin û hat qetilkirin.
 
Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Silava Abdulrehman û rojnameger  Bêrîtan Canozer, Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan vegotin.
 
‘Cîhanê barê çar parçeyê Kurdistanê hildabû’
 
Silava Abdulrehman da zanîn ku 8 salan ew û Cîhan Bîlgîn bi hev re xebitîne û ji her du malbatên rojnamegeran re sersaxî xwest. Silava Abdulrehman wiha got: “Şehadeta Cîhanê ji bo me pir giran bû. Cîhanê her çar parçeyê Kurdistanê hildabû. Di bin serdestiya dewletên dagirker de hat dinê. Ji ber vê ji zarokatiya xwe de hêrsa wê ava bibû. Cîhanê dixwest bi pênûs û kameraya we Kurdan bi cîhanê bide nasîn. Em dijminahiya li dij Kurdan çiqas vebêjin jî kêm dibîne. Ji ber polîtîkayên tunekirinê didome.”
 
‘Tirkiyeyê Cîhanê tehdîd dikir’
 
Silava Abdurlrehman wiha dirêjî dayê: “Tirkiye statuya Kurdan naxwaze. Cîhan di 2017’an de ji Bakur hat. Bi biryarek mezin kelecanek mezin bi daxwazek mezin karê xwe dikir. Cîhanê ji me hemûyan re bû mînak. Nûçe û dosyayên wê bûn ronahiya heqîqetê. Ji ber vê ji aliyê Tirkiyeyê ve gelek caran hat tehdîdkirin. Ji ser telefonê dikirin. Di tehdîdan de malbata wê hedef dihat girtin û ev dihat gotin;’ Tu xebatan bidomînî malbata te li vir e.’ Cîhanê serî netewand. Ji ber vê hejmara xwe çend caran guhert. Cîhanê teslîmiyet qebûl nekir.”
 
Cîhanê destan afirand
 
Silava Abdulrehman wiha dirêjî dayê: “Cîhanê ne tenê di karê xwe de di karê civakî de jî gelek xurt bû. Dema em derdiketin derve bi dehan zarok derdiketin pêş wê. Têkiliya wê bi zarokan re pir baş bû. Bi dayikan re baş bû. Ez çiqas behsa Cîhanê bikim kêm dimîne. Wê destan afirand. Li ku nûçe hebûna ewil diçû. Di pêngavên Tebqa û Reqayê de cih girt. Li Til Temir xebat meşand. Çû Minbicê. Piştre jî derbasî Tişrîn û Qarakozaxê bû.”
 
‘Em ê xeyalên wê pêk bînin’
 
Silava Abdulrehman wiha dawî lê anî: “Beriya bê qetilkirin bi fermandara YPJ’ê Roj Engîzek re roportaj kir. Hewl hat dayîn serê qetilkirina Cîhan û Nazim bê girtin. Lê heqîqet tarî namîne. Çi dikin bila bikin nikarin îradeya me tune bihesibînin. Em ê xwedî li xeyalên wan derkevin, em ê pênûs û kameraya wan li erdê nehêlin.”
 
‘Nexwestin heqîqet derkeve holê’
 
Bêrîtan Canozer jî da zanîn ku ew Cîhan û Nazim bi rêzdarî bi bîr tîne û wiha got: “Têkoşîna wan wê her tim li pêş me ronahî be. Ev ne cara ewil e ku em hevalên xwe winda dikin. Mixabin berê jî bi dehan hevalên me ji aliyê dewleta Tirk ve hedef hatin girtin û qetil kirin. Tirkiye ku naxwaze heqîqet derkeve holê, rojnamegeran hedef digirin. Dewleta Tirk ku ji rojnamegeran re qada bîhn girtinê jî nahêle, li derveyê sînor êrîşa dike û rojnamegeran hedef digire. Li Rojava ji 2013’an het aniha bi destê çeteyan êrîş pêk tên. Bi dehan hevalên me dema dixebitîn hatin qetilkirin. Nazim û Cîhan jî wek her rojnamegerekî li cihên ku dixwestin lê bin xebitîn û nûçe çêkirin. Nazim û Cîhan çûn Rojava û li wir mînaka bi heybet a rojnamegeriyê dan jiyîn. Rojava bi cîhanê dan bihîstin. Di bin êrîşan de xebitîn. Kamera û pênûsên xwe ji destê xwe nexistin. Niha em divê di riya wan de bin. Em israra xwe li her qadê mezin bikin.”
 
‘Ji roja ewil de bê navber xebitî’ 
 
Bêrîtan Canozer wiha dawî lê anî: “Min hem Nazim hem jî Cîhan nas dikir û em bi hev re dixebitîn. Min eleqeya wan ya ji bo pîşeya wan dît. Nazim ji pîşeya xwe pir hez dikir, têkiliya wî ya bi gel re pir baş bû û têkoşîna xwe di her alî de dimeşand. Ji ber zextên dewletê û ji ber bibe şahidê şoreşa Rojava çû wir. Ji roja çû wir bê navber xebitî. Kedek mezin da. Di şertên zehmet de xebitî. Me îro pênsûsa Nazim û Cîhanê dewr girt. Berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê me. Em ê nûçeyên xwe hîn xurtir çêbikin.”