Hevpîşeyên rojnamevanan: Em pênûsa wan li erdê nahêlin

  • 17:02 20 Kanûn 2024
  • Rojane
 
DÊRSİM -Rojnamegerên ku ji bo hevalên xwe yên di encama êrîşa SÎHA’yê de hatin qetilkirin daxuyanî dan, gotin, “Heta kêliyên xwe yên dawî bûn dengê Rojava. Çi dibe bila bibe em ê kamera û pênûsên wan li erdê nehêlin. Em ê tu carî dev ji ragihandina heqîqetê bernedin. 
 
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di êrîşa SÎHA'yê ya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin qetilkirin. Rojnamegerên Dêrsimê ji bo hevalên xwe yên hatin qetilkirin li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê rojnameger Huseyîn Yaşar Sezgîn ve hat xwendin.
 
'Nazîm û Cîhan her tim bûne dengê heqîqetê'
 
Huseyîn Yaşar Sezgîn diyar kir ku hevpîşeyên wan li qadên şer hewl didin rastiyan ji raya giştî re ragihînin û got, “Nazîm û Cîhan hewl didan bi xwe biçin qadên şer û rewşê ji raya giştî re ragihînin. Her du hevalên me ne tenê planên qirêj eşkere kirin, derewên çapemeniya şerê taybet jî eşkere kirin. Cîhan Bîlgîn geşedanên dawî yên Bendava Tişrînê ya ku bi rojan e di bin êrîşan de ye ji cîhanê re ragihand. Ji bo ku raya giştî re ragihand. Nazim û Cîhan her tim bûne dengê heqîqetê. Heta kêliyên xwe yên dawî bûn dengê Rojava. Çi dibe bila bibe em ê kamera û pênûsên wan li erdê nehêlin. Em ê tu carî dev ji ragihandina rastiyê bernedin. Em qetlîama li dijî rojnamegeran bi tundî şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbat, hevpîşe û hezkiriyên Cîhan û Nazim re dixwazin û sersaxiyê dixwazin."
 
Rojnamegerên li Wanê hatin binçavkirin serbest bên berdan 
 
Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rojnamegerên ku di dema daxuyaniya çapemeniyê de li ser qetilkirina rojnamegeran li Wanê hatin binçavkirin û ev agahî hatin dayîn: “Di êrîşa li dijî daxuyaniya ku dihat xwestin li Wanê ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin bê dayîn. 10 hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin. Em dixwazin kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.  Em careke din dibêjin; Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" bi dawî bû.