ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2024'AN

  • 09:00 12 Kanûn 2024
  • Rojev
 
* Efriniyên ku li Şehbayê bûn di encama êrîşên Tirkiye û hêzên girêdayê wê de cara duyemîn neçarî koçberiyê bûn. Rêvebera Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Zeynep  Suleyman der barê mijarê de axivî û da zanîn ku wê gel bi hêzên parastinê li berxwe bidin û got: “NY li ku ye, çima bêdeng e?” DÎMEN HEYE 
 
* Bi sermayê re pisgirêkên tenduristiyê jî rû dan û ji ber vê welatî berê xwe didin entaran. Yek ji nexweşiya ku zivistanê herî zêde tê dîtin, şewba sermayê ye. Li dijî vê gel çay û nebatên xwezayî tercih dikin. DÎMEN HEYE 
 
*Parêzera Komîsyona Zarokan a OHD’ê Yasemîn Soydan derbarê Hefteya Mafê Mirovan a Cîhanê de binpêkirinên mafan ên zarokan nirxand û got: “Em hîna mafê zarokan nîqaş dikin. Lê zarok di encama îhmalkariyan de jiyana xwe ji dest didin. Tirkiye welatekî ku mafê zarokan lê tuneye. Divê em bi israr bi ser pirsgirêkan de biçin.” 
 
* Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu der barê êrîşên li hember Sûriyeyê de axivî û got: “Tasfiyeya şoreşa Rojava ya ku şoreşa herî girîng a sedsala 21’ê ye mijara gotinê ye. Divê em li dijî şerê li Rojhilata Navîn berxwedana yekbûyî rêxistin bikin. Di yekitiya gelan de, divê karker, jin û ciwan li dijî şer xwe rêxistin bikin. Kirdeyên têkoşîna azadiya jinê divê li dijî şer dengê xwe bilind bikin.” BI DÎMEN 
 
* Berdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya Lubnanê a Kongra Star Henan Osman der barê êrîşên li hember Rojava de axivî û got tiştên li Rojhilata Navîn tên jiyîn dîrokî ne û got: “Em xwedî li Rojava derkevin. Bila Kurd nebin qurbanê kesî.” BI DÎMEN