Li dijî êrîşan bertek: Em banga piştevaniyê dikin

  • 19:53 10 Kanûn 2024
  • Rojane
STENBOL- Rêxitsina DEM Partî ya Kartalê der barê êrîşên li hember Minbiçê de daxuyanî da û banga piştevaniyê li hemû gelan kir.
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Katal a Stenbolê, der barê êrîşên li hember Minbiçê de daxuyaniyek li avahiya partiyê. Hevseroka DEM PartÎ ya Kartalê Meral Atman daxuyanî xwend.
 
Meral Akman da zanîn ku gel bi rêbazên DAIŞ’ê bi komkujiyan re hatine rû hev û da zanîn ku ev êrîşên bi destê komên girêdayê Tirkiyeyê pêk tên karasetê diafirîne.  Meral akman daxuyakirin ku bi êrîşên derveyê sînor yên li hember Kurdan aştiya li Tirkiyeyê ne pêkane û ev lîstikek bi xetere û ji bo hemû gelan bi rîske.
 
Meral Akman dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew ji bo piştevaniya Rojava bang li hemû kesî dikin.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.