Rejîma Îranê cezayê girtîgehê da 15 jinên Behayî
- 14:51 10 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê desthilatdarên Îranê cezayê girtîgehê li 15 jinên Behayî biriye. Tevî cezayê girtîgehê, qedexeya derketine derveyî welat jî li jinan hate birîn.
Li gorî nûçeyên medya Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Esfehan Dadgehê li 15 jinên Behayî her yekê ji wan 5 sal cezayê girtîgehê biriye.
Heman çavkaniyê ragihand ku tevî cezayê girtîgehê li her yek ji wan jinan 50 milyon tumen, 5 sal cezay û 2 sal qedexeya derve jî hatiye birîn.
Navê 13 jinên ceza li wan hatine birîn wiha ye:
Mujgan Purşefîe, Nesrîn Xadmî, Ezîta Rezwanî Xiwae, Şule Aşurî, Buşra Mutehar, Sara Şekîb, Roya Azadxoş, Nuşîn Heymet, Şuringîz Behamîn, Sanaz Reste, Meryem Xursendî, Ferxunde Rezwan Peî û Fîruze Restî Nejad.
Hêjayî bibîrxistinê ye di 23’yê Cotmeha 2022’yan de her 15 jinên Behayî li bajarê Esfehan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, bi hêceta "teşwîqkirina baweriya Behayî" hatibûn binçavkirin.
Desthilata Îranê giringiyê nade baweriya Behayî, desthildarên Îranê kesên Behayî weke sîxûr yan jî dijmin binav dikin û gelek caran cezayê darvekirin û girtinê li wan tê birîn.