ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2024'AN
- 09:00 10 Kanûn 2024
- Rojev
* Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser dijminatiya li hemberî kurdan û rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Dewletên ku bi zîhniyeta DAIŞ'ê tevdigerin dê bi destê jinan têk biçin. Kurd dê bi ser kevin û Gelên Rojava dê bi ser kevin." BI DÎMEN
*Dildara EŞÎK'ê parêzer Ozlem Gunel Tekşen der barê tayînkirina mêrekî ji bo serokatiya komîsyona ku dê li Meclîsê li dijî şîdeta li ser jinê bixebite got: "Ev ne komîsyona yekemîn e, ev komîsyona 15'emîn e ku ji aliyê Meclîsê ve ji bo pêşîgirtina li şîdetê û avakirina komîsyoneke nû ye. Komîsyon nayê wê wateyê ku dê çareseriyê pêk bîne." BI DÎMEN
*Tirkiyeya ku li Rojhilata Navîn polîtîkayeke berfireh dimeşîne, armanca nûkirina sînorên Peymana Neteweyî jî tîne ziman. Lê belê ev armanc ji bo Tirkiyeyê di bin bandora dewletên herêmî û hegemonîk de weke rojeve tê derxistin. Di hevkêşeya îro ya Rojhilata Navîn û Sûriyê de, divê Tirkiye ji bîr neke, yên ku van xeyalan didin pêş jî, ew in ku rê nadin van xeyalan pêk werin. ŞÎROVE
*Berdevka Rêxistina Sterk a Zarokan û Endama Rêxistina Sara têkildarî komkujiya li Eyn Îsa pêk hat bertekên xwe nîşandan û gotin"Bi komkujiyan re em dawî nabin divê rêxistinên mirovî bi erka xwe li ber hemberî kuştina zarok û sivîlên me rabin." BI DÎMEN