Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî heye
- 22:45 9 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Ragihandina YPJ'ê Rûken Cemal diyar kir ku îdîayên ku dibêjin Minbic hatiye dagirkirin ne rast in û anî ziman ku li Minbicê destanek tê nivîsandin û berxwedaneke dîrokê tê meşandin.
Berdevka Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûken Cemal êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li dijî Kantona Minbicê nirxand. Rûken Cemal bersiva pirsên pêşkêşvanê Ronahî TV Alan Meîş da û diyar kir ku li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê balafireke bêmirov a bi tîpa "ANKA" ya Tirkiyeyê hatiye xistin.
Rûken Cemal da zanîn ku ew ê bi teknîkên şer ên cuda bersivê bidin êrîşên li ser herêmên girêdayî Rêveberiya Xweser û wiha got: “Me teknîkên şer ên nû li dijî Tirkiye û çeteyên ku piştgiriya wê dike,xiste dewerê. ANKA ya ku li Til Temirê hat xistin nîşaneya vê yekê ye. Bi salan e propagandaya wê dikin û di komkujiyên li ser gelê me dihat bikaranîn. Bi van çekan bi dehan caran êrîşî hevalên me kirin. Ji niha û pê ve em mizgîniyê didin gelê xwe ku me li dijî SÎHA’yan taktîkên nû pêş bixin.”
'Bi dehan çete hatin kuştin'
Rûken Cemal bal kişand ku êrîşên li ser kantona Minbicê ku di 13 rojên dawî de zêde bûne û got: “Li Minbicê ku bajarê berxwedanê ye û mozaîka gelan e, pevçûnên dijwar diqewimin. Tirkiyeya dagirker a ku bi rojan e şer bi rê ve dibe, dixwaze bi komkujiyan bajêr bi dest bixe. Lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi rojan destanan dinivîsin. Pevçûn heta vê saetê dewam dikin. Derbên mezin li çeteyan tê xistin. Hedefa yekemîn a çeteyan sivîl bûn. Bi dehan balafirên keşfê li esmanê bajarê Minbicê difirin. Gel bi van tê hedefgirtin. Ji ber ku li bejahiyê nikarin li hemberî şervanên me yên qehreman ti pêşketinan pêk bînin, bi êrîşên hewayî çep û rast êrîş dikin. Ev êrîş îro zêde bûne. Îro li Qereqozaq û Teşrînê pevçûnên dijwar qewimîn. Zêdeyî deh wesayîtên ku çete tê de bûn hatin rûxandin. Li her du cihan ji aliyê şervanên QSD'ê ve destan tên nivîsandin. Bi dehan çete hatin kuştin.
Rûken Cemal da xuyakirin ku nûçeyên di medyaya dîjîtal û çapemeniya nêzî hikûmetê de tên belavkirin ku îdîa dikin Minbicê di bin kontrola SMO’yê de ye, ne rast in û wiha domand: "Li Minbicê li her qadê bersiva êrîşan tê dayîn. Hikûmeta Şamê li hemberî êrîşan di nava 13 rojan de hat hilweşandin, lê 13 roj in Minbic neketiye. Şervanên QSD’ê destaneke mezin dinivîsin. Li bajêr şerekî dijwar heye. Em ê bi ruhê fedayî heta dawiyê li ber xwe bidin. Li her derê bajêr êrîş hene, bersiva li dijî êrîşan pir mezin in. Li her derê derbên mezin li çeteyan tê xistin. Vîdeoyên ku tê de nîşan didin çawa şervanên QSD’ê li ber xwe didin hatin parvekirin. Van vîdeoyan rastiyê nîşan didin. Li her derê şervan li ber xwe didin. Li kolan û gundên Minbicê berxwedaneke dîrokî heye. Êrîş çiqas bidomin jî wê ev êrîş ji aliyê şervanên QSD'ê ve werin şikandin."