Ji Jinan li dijî tundiyê teknîkên parastinê

  • 10:57 9 Kanûn 2024
  • Rojane
AMED - Li Amedê di çarçoveya kampanyaya “Gotina me neqediya. Em ê bi hev re tundiyê rawestînin” de “Atolyeya Xweparastinê” de hatibû destpêkirin û di atolyeyê de jin tên perwerdekirin ku bikarin xwe ji tundiyê biparêzin. 
 
"Atolyeya Xweparastinê " ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li dijî tundiya li ser jinê daye destpêkirin, didome. Çalakî û helkeftên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê hatiye destpêkirin, dewam dikin.
 
"Atolyeya Xweparastinê” ya li Navenda Jiyana Jinê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Baglarê hat lidarxistin yek ji xebatan e ku di vê çarçoveyê de hatiye destpêkirin. Atolye ji aliyê jinên Amedê ve bi taybetî jinên li Şaredariya Bajarê Mezin dixebitin eleqeyeke mezin dibîne. Di atolyeya du mehan de jin fêrî teknîkên çawaniya parastina xwe li hemberî êrişan dibin. Ji ber vê yekê tê armanckirin ku jin li hemberî êrişên muhtemel ên di jiyana xwe ya rojane de ewlekariya xwe pêk bînin.
  
Antrenora Atolyeya Xweparastinê Evîn Turan, der barê xebatan de agahî da û diyar kir ku ji ber ku rastî tundiyê hatiye jî berê xwe daye vê qadê. Evîn Turan da zanîn ku 7 sal in perwerdeya xweparastinê dide jinan û wiha got: “Min dersên pîlatesê dida. Ji ber bûyereke ku hat serê min eleqeya min a xweparastina nêz zêde bû. Rojekê dema ku ez diçûm malê di derdora seat 8-9’ê şevê de ji aliyê du ciwanan ve rastî tacizên devkî hatim. Piştre dema ku ez bi telefonê diaxivîm, telefona min ji paş ve birin û reviyan, kêr derxistin û gef li min xwarin. Ji ber vê yekê min dest bi perwerdehiya xweparastinê ji nêz ve kir û eleqeya xwe nîşanî vî warî da da ku jin li hemberî her bûyereke tundiyê xwe biparêzin. Piştî perwerdehiyê ez bûm antrenor. Min dest bi dersên xweparastinê yên nêzîk da zarok û jinan."
  
Evîn Turan, got ku jin di civakê de her tim rastî tundiyê tên û diyar kir ku jin piştî hatina dersan di gelek qadan de karîbûn xwe biparêzin. Evîn Turan anî ziman ku li navçeya Rezanê gelek jinên dezavantaj hene û estnîşan kir ku li Navenda Jinan a Parka Koşuyolu ya Şaredariya Bajarê Mezin gelek qurs bêpere tên dayîn. 
  
Bi domdarî Evîn Turanê diyar kir ku serê sibê saet di 09.00an de dest bi dersê dikin û diyar kir ku rojane perwerdeyê didin 35-40 jinan.
 
Ji perwerdekaran Sema Ayhan jî sedema hatina atolyeyê bi van gotinan vegot: “Em gelek caran li derve rastî tundiyê tên. Ji ber vê yekê ez difikirim ku divê her jin xwe biparêze. Bi dîtina min divê her jin were qursên wiha. Em ji bo xwe baştir biparêzin tên vir. Ev der gelek tiştan li me zêde dike. Beriya ku em werin atolyeyê bi rastî jî me nizanîbû em xwe çawa biparêzin. Ger kesek êrişî me bikira, em ê nikaribin berevaniya xwe bikira. Lê piştî hatin vir em fêrî parastina xwe bûn. Ez dibêm qey em niha di gihane asta ku em dikarin bergiriyê li êrîşên ser xwe bikin.”