ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2024'AN
- 09:00 9 Kanûn 2024
- Rojev
*Li Sûrê bi gotina ‘em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin’ rêveberiya xweser hat îlankirin û li dijî gel êrîş pêk hatin, qedexeyên derketina derve hatin îlankirin. Di ser de 8 sal derbas bû. Çiyageran ku gotin ‘çi dibe bila bibe wê dawî bi heybet be’ di hişê gel de cihê xwe girtin.
*Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stnebolê bertek nîşanê êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Ji bo şer û pevçûn demildest bidawî bibin divê herkes li dora têkoşînê bên gel hev.” DÎMEN HEYE
*Endama PE’yê parlamenter Ozlem Alev Demîrel, balkişand ser bêdengiya qada navneteweyî ya li hember êrîşên milîsên cîhadîst ên ku bi piştgiriya Tirkiyeyê tên meşandin û got: “Xeta ku siyaseta Kurd a niha li Sûriyeyê dimeşîne li alî aştî û demokrasiyê ye. Divê firotina çekan bê rawestandin ji ber şandina çekan a herêma şer tê wateya şer.”DÎMEN HEYE