Ji Kongra Star ji bo jinên Sûriyeyê bang
- 19:59 8 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclisa Kongra Star a Rojava têkildarî rewşa dawî ya Sûriyeyê daxuyaniyek da û bang li hemû jinan kir ku ji têkoşîn û berxwedanê re pêşengiyê bikin.
Der barê rewşa dawî ya Sûriyeyê de Meclisa Kongra Star a Rojava daxuyaniyek da û balkişand ser girîngiya têkoşîn û berxwedanê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelek bajarên Sûriyeyê ji aliyê koma HTŞ’ê ve hatiye dagikirin û rejîma Baasê hate rûxandin, artêşa Sûriyeyê tu berxwedanek ji bo parastina welatê xwe nîşan nedaye.
‘Bi berxwedan û têkoşînê gelê me hatiye parastin’
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di vê dawiyê de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî gelê Efrînê yê ji bo vegerê li Şehbayê mabûn, kir. Di encamê de gelek komkujî li dijî gel pêk anîn. Ji bo koçberên Efrînê xwe biparêzin berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser. Lê di derketina Efrîniyan a bi darê zorê de gelek zehmetî û astengî çêbûn.Ji destpêka Şoreşa Rojava heya niha di hemû kar û xebatên avakirina sîstema jiyana demokratîk de armanca me parastina axa xwe, welatê xwe û gelên heremê bû. Ji bo avakirina avakirina Sûriyeyeke demokratîk gelek hewldan û xebatên diplomasiyê jî çêbûn. Di encama avakirina Şoreşa Rojava de ji bo ewlekarî û parastina axa xwe û gelên heremê hêzên QSD, YPG û YPJ’ê ava bûn. Bi wê yekê re destkeftî û nirxên şoreşê hatin parastin. Bi rêxistina gelên şoreşgerî ve hewldanên avakirina civakeke polîtîk û exlaqî hatin meşandin.”
‘Bi hêza parastina cewherî nirx htaine parastin’
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di xebatên avakirina sîstema xweseriya demokratîk û netewa demokratîk de gelek jin û keçên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe di nava Şoreşa Rojava û xebatên avakirinê de girti û wiha berdewam kirin: “ Di heman demê de di nava şoreşê de hêza YPJ’ê ava bû û li hemberî zilm û zordariya çeteyên DAIŞˋê şer kirin, bi têkoşîn û berxwedanê ve gelên herêmê parastin. Di asta fedayîtî de şer kirin û li ber xwe dan û bi serketin. Di encamê de çeteyên DAIŞˋê jî hatin têkbirin. Îro têkoşîn û berxwedana hêza YPJ’ê û hêza pêşengtiya jinên şoreşger, sîyasetmedar, xebatkar û endamên ku di avakirina sîstema jiyana demokratîk û azad de ked dane û li ber xwe dane ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak, sembol û hêviyên azadiyê. Rola jinan di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de di asta pêşengtiyê de bû û tevlîbûna xwe di her qadên jiyanê de dan xuyakirin. Bi hebûna îradeya jinên azad û demokratîk rola pêşengtiya şoreşa jiyana azad ji aliyê jinan ve hate nîşandan, hem di parastin, şerkirin û hem jî avakirina sîstema jiyana demokratîk û azad de.”
Ji bo berxwedan û têkoşînê bang
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate vegotin: “Weke ku tê zanîn îro di encama hilweşîna rejîma Sûriywyê de wê gelek xêrnexweaz, çeteyên paramîlîter û desthilatdar wê jiyana gelên herêmê bixin xeteriyê û taybet jiyana jin û zarokan. Ji bo em xwe ji alozî, belavbûn û dagirkeran biparêzin û rizgar bikin pêşengtiya jinan pêwîst dike. Destûra nû ya ku ji bo Sûriyeyê bê avakirin divê jin jî tê de cih bigirin û rola xwe ya pêşengtiyê ji vê yekê re bikin. Di avakirina Sûriyeyeke pêşerojê de divê jin tê de pêşeng bin û bibin aktorên sereke. Ji bo vê jî em wek Meclisa Kongra Star a Rojava bang li hemû jinên Suriyê dikin ku werin em bi hev re Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî ava bikin. Em jinên Sûriyeyê vedixwînin têkoşîn û berxwedanê û banga pêkanîna rola pêşengtiyê dikin.
Li ser van esasan em bi armanca ewlekarî, parastin û çareserkirina pirsgirêkên civakê erkên ku bikeve ser milên tevgera Kongra Star çi be em ê pêk bînin û berxwedanê dewam bikin. Em bang li hemû rêxistin, sazî û jinên Sûriyeyê dikin ku em bibin yek û em nehêlin di nava civakê de tu kes tevlîheviyan derxin û zirarê bidin civakê. Em ê pêşiya vê kaos, krîz û tevliheviyê bi hêz, têkoşîn û berxwedana vîna jinan ve têk bibin."