Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin

  • 18:36 8 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji ber rewşa ewlekariyê saet ji 20.00’an heta 08.00’ê serê sibehê qedexeya derketina derve îlan kir.
 
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn derb arê mijarê de daxuyaniyek da û got: “Ji ber rewşa ewlekarî û awarte ya ku em li Sûriyeyê dijîn, ji bo parastina ewlehiya navxweyî û nehiştina kiryarên ku ziyanê digihîne ewlehiya welatiyan, em ji demjimêr 20.00’an (êvarê) heta 08.00’an (serê sibehê) qedexeya derketina derve radigihînin.”