Cenazeya aktîvîsta Kurd Hediye Tekîn hat definkirin
- 18:05 8 Kanûn 2024
- Rojane
ÎZMÎR- Cenazeya aktîvîsta Kurd Hediye Tekîn, ji aliyê jinan ve hat hilgirtin û li goristana Dagançay hat definikrin.
Aktîvîsta Kurd Hediye Tekîn ku bi salan di Navenda Çanda Mezopotamya û Tevgera Jinên Azad(TJA) de xebat meşand du êvarê jiyana xwe ji dest da. Cenazeya wê jinan hildan. Cenazeya Hediye Tekîn rakirina Mala Cemê ya Yamanlar a Bayrakliyê û li goristana Dogançay a navçeyê hat definkirin.