Li Holê ji bo piştgiriya koçberan konê alîkariyê hate vegirtin
- 16:17 8 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa bajarê Holê yê kantona Cizîrê bi hevkariya komînan û şêniyên bajêr, ji bo piştgiriya koçberên Efrîn û Şehba û bajarê Helebê, konê alîkariyê vegirt.
Li kantona Cizîrê destpêşxeriyên civakî yên ji bo piştgiriya koçberên ji kantona Efrîn û Şehba û bajarê Helebê dewam dikin.
Meclisa bajarê Holê yê kantona Cizîrê bi hevkariya komînan û şêniyên bajêr ji berhevkirina alîkariyan kon vegirt.
Gelek welatiyên bajêr serdana konê alîkariyê kirin û li gorî derfetên xwe kelûpelên mîna cil, livîn û tiştên xwarinê ji bo koçberan pêşkêş kirin.
Hevserokê Meclisa Bajarê Holê Ehmed Ebdo destnîşan kir ku armanca vê xebatê sivikkirina êş û azarên koçberan û peydakirina pêdiviyên wan ên bingehîn e .
Şêniyên bajarê Holê jî destnîşan kirin ku ew ê bi hemû derfetên xwe piştgiriya vê pêngavê bikin.