Têkildarî rola ragihandinê di kêmkirina tundiyê de panel hat lidarxistin
- 16:15 8 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer û mamostayên zanîngeha Silêmanî têkildarî rola ragihandinê di kêmkirina tundiyê de panel hat lidarxistin.
Li bajarê Silêmanî yê herêma federe ya Kurdistanê di çarçoveya pêngava 16 rojî ya Têkoşîna Dijî Tundûtujiya Dijî Jinê de, panelek hate li darxistin.
Di panelê de parlamentera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr bal kişand ser girîngiya panelê û behsa sedemên binpêkirinên dijî jinan tê kirin kir. Rêzan Şêx Dilêr got ku yek ji binpêkirinên dijî mafê jinan, hewldanên ji bo guherîna Zagona Rewşa Kesane ye.
Rêzan Şêx Dilêr da zanîn ku li Herêma Kurdistanê Zagona Rewşa Kesane heye lê heta niha jî agahiya civakê bivê zagonê tuneye û saziyên ragihandinê jî di hişyarkirina civakê de rola xwe nalîzin.
‘Di saziyên ragihandinê de kesên pispor kar nakin’
Rojnamevan û mamostayê zanîngehê Dr. Karzan Mihemed jî got: “Di saziyên ragihandinê de kesên pispor kar nakin, ji ber vê jî hişyarî nîne û di nava civakê de tundî zêde bûye. Pêwîst e di dema belavkirina nûçeyên kuştinên jinan de, li gorî pîvanên pîşeyî û exlaqî tevbigerin û bang li jinên ciwan dikim xwe ji torên civakî biparêzin.”
‘Qetilkirina jinan xwe dispêre kevneşopiyên civakê’
Seroka beşa Karê Komelayetî ya li zanîngeha Silêmaniyê Dr. Jiyan Ebas jî di panelê de nêrînên xwe anî ser ziman û got: “Qetilkirina jinan ya ji aliyê mêr ve, xwe dispêre kevneşopiya civakê. Berê bi zagonê rê li qetilkirina jinan dihate girtin, lê niha ji bo qetilkirina jinan asanî hatiye çêkirin. Saziyên ragihandinê kesên tawanbar dikin mêhvan û bi rêya bernameyan hêza wan nîşan didin.”