MSD: Ev kêliya dîrokî destpêka pêvajoyeke nû ye
- 14:55 8 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê têkildarî hilweşîna rejîma Esad daxuyaniyek nivîskî da û got, “Em bawer dikin ku ev kêliya dîrokî, destpêka pêvajoyeke nû ye.”
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya hilweşandina rejîma Baas’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:
"Gelê me yê Sûriyeyê yê hêja, em îro bi kêfxweşî û serbilindî kêliyeke dîrokî ya hilweşîn û çûna sembola zilmê Beşar Esed pêşwazî dikin, ev destkeftiya mezin di encama biryardariya we ya demdirêj de ji bo azadî, rûmet û wekheviyê de pêk hat.
Hûn bi lehengî li hember pergala zilmê rawestiyan û bedelên mezin dan, xwîna şehîd û birîndaran, ahînên girtî û windayiyan û têkoşîna koçberên li welatan, van hemûyan rêya ber bi azadiyê ve nexişandin. Bi saya vîn û baweriya we ya jiyaneke bi rûmet, em îro li hember tirs û neheqiyê bi ser ket in.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk pîrozbahiyê li gelê me yê hêja dike û soz dide xebatên ji bo avakirina binyadên dewleteke demokrat a piralî ku wekhevî û dadperweriyê pêk bîne, rêzê li cihêrengiyê bigire, mafên mirovan biparêze û li ser bingeha nixên hemwelatîbûna wekhev, dewam bike. Em di wê baweriyê de ne ku ev kêliya dîrokî destpêka pêvajoyeke nû ye. Ji bo avakirin û jinûve avakirinê, pêşxistina destûreke nûjen ku îradeya gel îfade dike, çesipandina dadmendiyê ji bo qurbaniyan û dermankirina birînan, erkekî mezin li pêşiya ye.
Em ê bi hemû hêzên siyasî, çandî û civakî yên niştimanî yên Sûriyê re bi ruhê diyalog û berpirsyariyê kar bikin û Sûriyeyeke nû ku hemû gel hembêz dike, ava bikin. Dîrok îro destpêka serdemek nû tomar dike, serdemek ku bi îradeya gelê Sûriyê yê azad tê birêvebirin, ew gelê ku bi biryar e êşên berê veguhezîne hêzeke avakirina pêşerojeke ewle, geş û dadperwer.
Bijî Sûriyeke azad, yekgirtî û demokratîk."