Wezaretê got ‘dema makul’ ji bo Îmraliyê jî heyet di rojevê de ne
- 09:11 8 Kanûn 2024
- Rojane
Melek Avci
ENQERE- Wezareta Dadê ji bo serlêdana Îmraliyê bersiv neda û nîqaşên ‘wê kî biçe Îmraliyê’ didomin. Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê jî got: “Ji bo hevdîtinê divê destûr bê derxistin.”
Hevkarê AKP’ê serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî 1’ê cotmehê de di vekirina meclîsê de destê xwe da parlamenterên Dem Partiyê û piştî vê ev wek destê aştiyê hat binavkirin. Ji wê rojê şûnde bangên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tên kirin û hema piştre xwe şûnde dikşînin.
Ji bangê wêdetir neçû
MHP’ê ku ji bo Abdullah Ocalan civîna komê pêk anî gotinên ‘tecrîd rakin, bila Abdullah Ocalan bê meclîsê, rêxistinê ji holê rake, mafê heviyê bê nasîn’ deng dan. Lê hîna jî gavek nehatiye avêtin.
Serlêdan hîna bê bersiv in
Devlet Bahçelî ji hevserokên DEM Partiyê re got biçin Îmraliyê hevdîtinê bikin. Rayedarên DEM Partiyê jî gotin ‘we derî vekir ku em biçin’. Piştî vê ji nûve serî li Wezareta Dadê dan. Parlameteran, hevserokan bi dehan carî serî li wezaretê dabûn lê bersiva ‘tecrîd tune’ girtibûn. Hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan di 26’ê Mijdarê de serî li Wezareta Dadê dan lê hîna bersiv negirtine.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, der barê derengxistina pêvajoyê de bersiva ‘dema makul’ da û bersivek zelal neda.
Qedexeyên hevdîtinê
Li aliyekî ev bang dihatin kirin li aliyê din jî sê meh qedexeya hevdîtina malbatê û 6 meh jî qedexeya hevdîtina parêzeran hat dayîn. Hema piştî wê jî qeyûm tayînê şaredariyan hat kirin û komên cîhadîst ên bi piştgiriya Tirkiyeyê êrîşê Rojava kir.
Nîqaşên heyetê
Nîqaşa ‘wê kî biçe Îmraliyê’ didome. Hîna nehatiye zelalkirin ku wê hevdîtin bê kirin an na. Di nîqaşên lîsteyê de ji aliyê çapemeniyê ve sê nav hatin gotin: Parlamentera DEM partiyê Pervîn Buldan, Parlametnerê DEM Partiyê Sirri Sureya Onder û Sirri Sakik di rojevê de ne.
Lê rayedarên DEM Partiyê diyar kirin ku hîna der barê heyetê de xebatek tuneye. Di esasa bersiva Wezareta Dadê de wê der barê heyetê de rewş bi teşe bibe.
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol got wezaret dibêje ‘dema makul’ xwe dixapîne û got ya ji bo wan esas destûr e.
Wezîr rojê xilas dike
Sevda Çelîk Ozbîngol da zanîn ku wezaret bi qestî polîtîkaya nezelaliyê dimeşîne û wiha got: “Ji bo serlêdana hevdîtina bi Îmraliyê gotin ‘dema makul’. Ev tenê xilaskirina rojê ye. Berpirsyariyê nagirin. Nezelalî mexdûriyetê diafirîne. Di vî alî de vegotinên wisa tenê ji bo xilaskirina rojê tê nirxandin.”
‘Demildest bersivê bidin’
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku divê hemû hêvî bi daxuyanî û erêkirina desthilatdariyê ve neyê girêdan û wiha domand: “Destûr bê dayîn jî nede dayîn jî wê têkoşîna me ya li dijî tecrîdê bidome. Em ê daxwazên di zemîna hiqûqî û aştiyane de bidomînin. Me serlêdanên xwe kirin. Me bi dehan carî serlêdanên hiqûqî kirin. Ger ku cidî û samîmî bin wê bersivê bidin serlêdana me. Hîna destûr derneketiye nîqaşên heyetê tên kirin. Di vê astê de ev ne nokteya ewil e. Di rewşa destûr bê derketin de wê nav jî bên diyarkirin. Ya ewil bê kirin derxistina destûrê ye, ji ber vê nîqaşkirina nav ne rast e.”