Rojnamegera DYA'yi: Divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin

  • 09:04 8 Kanûn 2024
  • Rojane
Oznûr Deger
 
WAN-Rojnameger lêkolîner a DYA’yî meghan Bodette da zanîn ku êrîşên HTŞ'ê û komên girêdayê Tirkiyeyê yên li hember Sûriye û Rojava di alî cîhanê de xetereye û got ji bo krîza wir çareser bibe, divê krîza Sûriye û pisgirêka Kurd çareser bibe û Tirkiye dawî li êrîşan bîne.
 
Ji 2011’ê heta niha li Sûriyeyê şer didome û axa Sûriye û Rojava bi êrîşên nû re rû bi rû ye. Piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hembe hêzên YPJ-YPG û QSD’ê şûnde niha jî  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tehîda Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ) rû bi rû ne.  Komên mîlîtarîst yên piştgiriya Tirkiyeyê digirin  êrîşê Minbic, Şehba, Tel Rifat dikin. B ihezaran kes ji aliyê QSD’ê ve veguhestin herêmên bi ewle û tê gotin ku çeteyan 15 hezar kes revandine.
 
Dîrektora Lêkolîna Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Kurd û lêkolîner rojnameger Meghan Bodette der barê êrîşan de axivî.
 
‘Kurdan wek xetere dibînin’
 
 Meghan Bodette da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xweseriya Kurdan wek xetere tê dîtin û wiha vegot: “Tirkiye wek hûn dizanin endamê NATO’yê ye. Ji ber vê sedemê Tirkiyeyê dema got ‘Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo min xetere ye’, welatên bi NATO û Tirikyeyê re di hevkariyê de bûn ev helwesta Tirkiyeyê qebûl kirin. Rejîma Sûriyeyê û hevkarê wê Rûsya li Îranê Kurdan wek xetere dibînin.Tirkiye ku xwe li ser netewperestî, nasyonalîzm û olperestiyê diafirîne, destkeftiyê li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê qebûl nake. Ji ber vê jî tu maf û destkeftiyên Kurdan qebûl nakin. Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Rojava pirsgirêkek cidî ya ewilehiyê ava dike."
 
‘Li hemû cîhanê bêdadî normal tê dîtin’
 
Meghan Bodette balkişand ser şerê ku li Rojhilata Navîn tê meşandin û di vê mijarê de jî wiha anî ziman: “Mixabin di cîhanê de bêedeletî tiştekî normale. Em niha li şerên Israîl-Fîlîstîn-Lubnan, Rusya-Ukrayna û şerên li cîhanê didomin dinêrin. Li her derê cîhanê bêedeletî pir normal tê dîtin. Di bin navê dîlgirtin û binpêkirinê de di alî gelek gelan de encamên erînê hebin jî bi giştî bêdadliyek cidî heye.Lê ev ji bo her dozê ne derbas dare. Di alî Rojava û Sûriyeyê de ya neyînî eve ku; tevli dadgeh û peymanên navneteweyî nînin. Sûriyeyê îmze navêtiye gelek peymanên navneteweyî. Îmze neavêtiye gelek peymanên navneteweyî yên di alî mafê mirovan de. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji ber ne dewlete nikare Îmzeyê bavêje qanûn û peymanên navneteweyî. Ji ber vê jî di alî mafê mirovan û sûcên ku Tirkiye dike de cezakirinek nayê kirin.”
 
‘Her roj sûcê mirovahiyê sûcê şer tê jiyîn’
 
Meghan Bodette li ser êrîşên komên girêdayê Tirkiyeyê yên li hember Minbicê jî ev nirxandin kir: “Du kom hene. Yek HTŞ û ya din jî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (OSO) ya girêdayê Tirkiyeyê hene. OSO êrişê Şehba û Til Tifaat kir. Niha êrîşê Minbicê dike. Em dizanin ku komên girêdayên Tirkiyeyê dixwazin êrîşê Minbicê bikin. HTŞ jî êrîşê Halep û Hamayê dike. Çima êrîş dikin. Êrîşê hebûna gelê Kurd, Êzidî, Xiristiyan dikin.  Ger êrîşê Minbiçê bikin wê tiştên li Efrîn û Serêkaniyê hatine jiyîn dîsa dubare bikin. Ev jî pirsgirêkek cidî ya mafê mirovan e. Wê bibe sedema koçberkirina sedhezaran mirov. Dema QSD li wir bû pirsgirêka ewlehiya herêmê tunebû. Rewşa gel baş bû.  Lê niha pisgirêkek ewlehiyê ya cidî heye. Her roj sûcê mirovahiyê sûcê şer tê kirin.” 
 
‘HTŞ bibe aktor wê xetere ji nû ve bê dîtin’
 
Meghan Bodette bi lêv kir ku ger HTŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe aktor wê heman xetereyê ji nû ve bibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev rewşa bê îstîkrar ya li Sûriyeyê dikare rê li ber xetereyên cidî vebike. Em dizanin çavkaniyên HTŞ’ê kîne û ji ku tên.  Baskekê El Kaîdeyê bû. Niha ji El Kaîdeyê veqetiya û hinek daxwazên xwe guhert. Daxwaza wan pergala Îslamî li Sûriyeyê ava bike. Ev hinek din cudatir e. Em dikarin bêjin ku ev di alî Sûriye û herêmê de xetereyek cidiye. Ger HTŞ  siyaesta xwe li Sûriyeyê belav bike wê heman xetere ji nûve derkevin holê. Ji ber vê jî ji bo kaos û krîz li Sûriyeyê giran nebin û çareseriyek siyasî hebe divê gel tevli hêza çareseriya Rêveberiya Xweser bibin.”
 
‘Bêdengiya li hember geşedanan nehatiye fêmkirin’
 
Meghan Bodette axaftina xwe wiha domand: “Bêdengiya li hember Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehatiye fêmkirin. Her kes niha dinêre ku li wir çi diqewime û kes nizane wê li wir çi bibe. Lê wê wek berê nebe. Ji bo krîza mirovahî û krîza siyasî bi dawî bibe divê demildest diyalog bê avkairin. Hemû gelên Sûriyeyê tevli vê diyalogê bibin. Armanc û hêviya me ev e ku welatên herêmê û cîhanê pirsgirêkên siyasî yên Sûriyeyê çareser bikin.”
 
‘HTŞ’ê bi lez bajar xistin bin kontrola xwe’
 
 Meghan Bodette her wiha bi lêv kir ku Tirkiye endamê NATO’yê ye û ji ber vê jî cîhan li dijî êrîşên li hember Rojava bêdeng e. Meghan Bodette ev tişt bi lêv kir: “Îran û Rûsy aniha qelsin. Ew niha hewl didin rejîma Sûriyeyê biparêzin. HTŞ’ê bil ez bajarên Sûriyeyê xistin bin kontrola xwe. Amerîka jî dixwaze mutefîkên wê li Rojhilata Navîn bin. Amerîka dixwaze şerê li Sûriyeyê bidome. Lê êrîşek li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bê wê ev ji bo herêmê karaset be.”
 
'Divê Tirkiye dawî li êrîşan bîne'
 
Meghan Bodette wiha dawî lê anî: “Ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê krîza Sûriyeyê çareser bibe. Ya duyemîn divê li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çarser bibe. Divê Tirkiye dawî li êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdan bîne. Ji bo vê divê li Ewropa, Amerîka û hemû cîhanê ji bo çareseriya pirsgirêkê xebatên dîplomatîk pêk bên. Ev nebe wê krîza li Rojhilata Navîn giran be.”